Dewletên Emperyal çima ji Kurdan ditirsin

Kurd qawmekî çiyayî ye û şervane. ser hişke lê ne siyasetvane. Gotina xwe yî dawî pêşî dibejê. Desthilatdariya tu kesî qabûl nake. Hûn dikarin bibêjin, waxta ku tu dibêjê kurd desthilatdariyê tu kesî qabûl nakin çima heya wekî îroj bindestin û nebûne xwedî dewlet? Evya jî di şerê Cîhanê ya yekêmîn û du yemînde waxta împeretoriya îngilîzan û Ewropiyan li asya, rojhilata navîn û efrîqa netew Dewlet damezirandin û sînorên wan xet kirin ji dêvla ku kurd jî wekî gelê wan hereman bimeşin û siyasetê bikin, berovajî wê bi îngilizan û Ewropi- yan re şer kirin.
Ev şerê navbera kurdan û Ewropiyan ne ji îroj ve heye, ji dema Selehedîn Eyubî û heya wekî îroj berdewam dike. Di sala 1187 de waxta Selehedîn Eyûbî Quds ji xaçperestan stand qiralê îngîlîzan Ric- hard “ Richardê dil şêr” di sala 1189-1192 an de sê seferên xaçperes- tan dane destpêkirin, Frensî û îngilîzan di bahra spî re û împeretoriya Elman jî bi ordiyeke bi sed hezar leşkerî ve di Enetolya navîn de çûne ser hêzên Selehedîn Eyûbî. Selehadîn Eyubî zora hamuyan bir û kir ku xaçperest mecbûr bimênin bi şunde vegerin. Di sala 1917-1918 han de waxta imperetoriya Osmaniyan ji hevudin pelişî ser fermandarê ordiya îngîlîzan generalê bi navê Edmund Henry Hynman Allenby bi ordiya xwe ve kete bajarê Qudsê, li Şamê çû ser tirba Selehadîn Eyubî û li tirba wiya da û got Selehadîn Eyubî raba vaye dîsa em hatin. Evya jî hamu tiştan radixê ber çavan bê îngîlîz û Ewropî çiqasî kîna wan li heberî kurdan heye. Di wê demê de Îngîlîz û Fransî ketin rojhilata navîn û dewletên biçûk wekî İraqê, Surî, Filîstîn, Libnan Urdin û Kuwetê damezirandin, tu kes ji gelê rojhilata navîn li pêşberî îngîlîzan û Frensi yan derneket û ji wan re negotin çima hûn dikevin welatê me de, tenê dîsa Kurd li pêşberî wan derketin. Li bakurê Kurdîstanê kurdên herema Gurgumê, Riha yê û Dilokê dane ser pişta îngîlîz û Frensi yan ji axa xwe derxistin. Û li başurê Kurdîstanê jî Şêx Mahmûd Berzencî li hemberî îngîlîzan derket û bi îngîlîzan re şer kir. Di wî wextî de Osmaniyan pişgirîya Şex Mahmud Berzencî di kirin, lê piştî peymana lozanê tirkan nema alîkarî bi kurdan re kirin û bi vê şêwazê Kurdên başurê Kurdîstanê li pêşberî îngîlîzan şikestin û têk çûn.
Wekî ku em dizanin îngîlîzî siyaseta beqê birêve dibin, waxta ku tu baqeke zindî bavêjê nava ava kelandî bicarekê re wê ew baqa bi kijilê û bimrê, lê ku tu baqê têxê beroşa avê û deynê ser agir wê dîse ew baqa bimrê lê wê hêdî hêdî bimrê. Waxta ku em dêhnê xwe bidin siyaseta dinya yê çi bûyerên li dinyayê diqewumin tiliya îngîlîzan têde heye, lê tu kes bahsa îngîlîzan nakê. Îngîlîz û Ewropî ji kurdan ditirsi-yan û dizanîbûn ku kurd di rojhilata navîn de bibin Dewlet nema dikarin desthilatdariya xwe li rojhilata navîn berdewam bikin Ji ber vê sedemê ardnîgariya kurdan dinava çar Dewletan de parve kirin û wisa li kurdan kirin ku kurd bi sedsalan nema karibin pişta xwe rast bikin. Di roja me yî îroyînde jî îngilîz û Ewropî Dewleteke wekî Emerîqa dane pişta xwe û bi her awayî alîkariya van çar Dewletên ku kurd di nava xwe de perçe kirine dikin, jibonî ku kurd nebin Dewlet. Çimkî rêberek ji nava kurdan derket û felseveyeke ku hamu gelê rojhilata navîn dikaribin bi hevudinre bijîn da runandin. Waxta ordiya Emerîqa kete İraqê de Serokomarê Emerîqa derkete telvisyonan û got ezê rojhilata navîn dizayn bikim, di serîde rêberê gelê kurd APO dîl girtin û xistin gîrtîgeha îmraliyê. Ev Dewletên emperyel û qapîtalîst ne ku ji rêberê gelê kurd û neh deh hezar garîlayên wîya di tirsiyan, tirsa wan felsefe, fikr û ramanên rêberê gelê kurd bû. Zanîstekî wuha gotiye “waxta fikrek û ramanek di nava gel de bê runandin tu ordî û hêz nika- rin xwe li pêşberî wî fikr û ramanê bigrin” Bê çawa waxta tu kevirekî bavêjê nava gola avê, cihê ku kevir li avê dikevê û noq dibe ji xalên avê xelekên biçük çêdibin û lipey hev fereh dibin heya ku dighine pêravên golê, rojhilata navîn jî yek dikarê bi şibînê gola avê û kevirê ku tu tavê jê golê jî bixê şuna felsefa Rêber APO. Fikr û ramanên APO di nava gelê kurd de runiştiye, wekî wan xelekên xalên avê li rojhilata navîn fereh dibe, hamu gelan tênê cem hev, jiyaneke birumet, azad û wekhev datînê pêşya gelên rojhilata navîn. Mînaka wêya jî ro- javayê Kurdîstanê ye. Ev her çar Dewletên dagirker, Dewletên qapî- talîst û emperyal kurdên ku dibin nîrên xwede bimeşinin dixwazin, ji wanre bibejin rune wê runin bê rabe wê rabin wekî başurê Kurdîstanê. Lê felsefa rêberê gelê kurd wêya qabûl nakê, di felsefa rêberê gelê kurd de deshilatdarî tuneye. Wekî ku em dizanin ev sîstema ku îroj li rojavayê kurdîstanê hatiye damezrandin fikr û ramanên rêberê gelê kurde. Waxta ev sîstema rojava li rohilata navîn runê û bingeha xwe deynê tu kes nema dikarê hespê xwe di rojhilata navîn de bibezêne. Jiber vê sedemê Dewletên ku kurd dagir kirine, Dewletên qapîtalîst û emperyal ji kurdan di tirsin û dizanin ku kurd di rojhilata navînde bi felsefe, fikr û ramanên rêberê gelê kurd bi serbikevin û bibin Dewlet wê nexşeya dinya yê biguherin.