Di avahiya BDP de 4 cîhazên sîxûriyê hatin peydakirin

Di avahiya BDP de 4 cîhazên sîxûriyê hatin peydakirin

Di lêkolîna li avahiya bajêr a BDP’ê ya Sêrtê de 4 cîhazê guhdarkirinê yên sîxoriyê ku Tirkî jê re dibêjin  “bocek”, hatin peydakirin. Der barê mijarê de Serokê Rêxistina BDP’ê ya Bajar Mehmet Ata Înan diyar kir ku ew lêgerînên xwe didomînin û bi armanca dîtina berpirsiyaran wê gilî bikin.

Di avahiya BDP’ê ya Sêrtê de li nav  prîza elektrîkê de cîhazekî sîxurî yê guhdarkirinê yê ku jê re dibêjin “bocek” hate peydakirin. Piştî peydakirina cîhazan Rêxistina BDP a Sêrtê  li avahiya partiya xwe civîneke çapemeniyê pêk anî û  her çar cîhazên deng nîşanî rojnamevanan kirin.

Serokê Rêxistina BDP’ê ya Sêrtê Mehmet Ata Înan diyar kir ku dema ji bo tamîrkirinê prîza elektrîkê vekirine di kaseya wê de cîhaza deng a wek bocek tê binavkirin, dîtine û piştî lêgerîna di avahiyê de 3 cîhazên din ên guhdarkirinê dîtine. Înan, anî ziman wek partiyeke siyasî xebatên wan bi awayekî fermî tên meşandin û wê der barê berpirsiyaran de gilî bikin.

Înan, di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku wê namzetên Sêrtê yên şaredariyê di 26’ê Kanûnê de li Amedê bên aşkera kirin.