Di baxçê dibistanê de waneya zimanê Kurdî

Di baxçê dibistanê de waneya zimanê Kurdî

Li navçeya Gevera Colemêrgê KURDÎ-DER’ê ji bo balê bikeşê giringiya zimanê dayikê li baxçeyê dibistana seretayî ya Cumhuriyetê waneya zimanê Kurdî da xwendevan û mêhvanan. Piştî destpêkirina waneyê polîsan li dora baxçeyê girtin û xwestin dest ji vê perwerdeyê berdin. Li ser vê yekê gengeşiyê rû da.

Li Geverê rêxistina KURDÎ-DER’ê bi armanca balê bikêşe ser giringî û daxwaza perwerdeya zimanê dayikê li baxçeya dibistana seretayî ya Cumhuriyetê texte danî û dest bi waneya zimanê Kurdî kir. Hejmarek zêde xwendekar û mêvan jî beşdarê waneyê bûn. Mamostayan pirtûkên bi zimanê Kurdî li dane xwendekaran. Di destpêka waneyê de tîpên Kurdî hatine fêr kirin. Lê di nava demek kurt de polîsan li dora baxçê dibistanê girtin û xwestin wane bi dawî bibe. Seroka DURDÎ-DER’a Geverê Arîfe Kutlar û rawêjkarê serokê şaredariya Geverê Mesûd Temel di gel polîsan de axivîn û diyar kirin ku eve çalakiyek demokratîke.Li ser vê yekê polîsan şiyarî dan û nehiştin wane di baxçeyê dibistanê de berdewam bike. Piştî hingî xwendekar ji derveyî baxçê nîzîkê nîv demjimêrên din waneya zimanê Kurdî xwendin.

Piştî waneyê Seroka DURDÎ-DER’a Geverê Arîfe Kutlar daxuyaniyek kurt da û diyar kir ku hikumeta AKP li hember zimanê Kurdî bê tehemûle ji lewra jî polîsan dişîne ser xwendekaran. Kutlar da zanîn ku ewê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Piştî daxuyaniyê di navbera polîsan û xelkê de demek kurt gengeşî derket û komekê bi keviran li polîsan xistin.

Rewanbej.net