Di cîhanê de 2,6 milyar mirov bê tuwalet in

Di cîhanê de 2,6 milyar mirov bê tuwalet in

Di vê cîhana me de ku xelk bêtir ketine xem û endîşeya belavbûna karbonê, qirêjîkerên kîmyayî û nûkleer, qirêjîtiya herî bingehî ku ji terxê nexweşîsaz durist dibe, nabe dabaşa tu munaqeşeyên girîng. Ji cerga bêhna pîs a mezin a London’ê, welatên endûstriyel serkaniyên girîng terxan kirine bo paqijî û hîjyena jîngeha bajarî. Li welatên li ser rêya geşedanê, têgihiştineke çaktir a sebebên nexweşiyan, tirsa ji “ ta”yê (malarya: mala aria) kêmtir kiriye, ku bi sedsalan e ta bi binasê nexweşiyên cihêreng tê zanîn.

Lê belê, berbelavbûna jiyana bajarî û avadankirinê rê li ber fikareke nû vekiriye. Beşekî mezin ê xelkê bajaran li taxên feqîr dijîn: anku li geto û zoravayan, di bin kepran de dijîn… Milyarek ji xelkê bajarî mexdûr in ji nebûna îmkanên saxlemiyê, û ji netîceyên wê yên di barê hejarî, rûmeta şexsî û tenduristiyê de.

Zambie, piştî ku heft hezar rûdanên kolerayê hatine serî, û sed û şêst û du kes jê mirin, ku sî ji wan li paytext Lusaka’yê, hêj nû radibe 12,5 milyar kwachan (1,5 milyon euro) terxan dike bo bernameyeke kêmkirina xetereyan. Di çarçoveya bernameya navhatî de, ji hêza girtiyan îstîfadeyê dike ji bo paqijkirina leximan, û bi rêya bernameyên taybet ên televîzyonî û ahengan xelkî agahdar dike.

Lê belê, şertên jiyana hejar a li qeraxên (hetta carinan navendên) bajarên ku her berfirehtir dibin li Efrîqa, li Asya û li Amerîka ya Latîn kêm caran wekî gefeke ciddî tê dîtin li ser saxlemiya civakî û bajarî. Li her welatî, binesaziyên medîkal bi giştî têr dikin ji bo berbendkirina belavbûneke berfireh a nexweşiyên perok –ku ji wan ya herî li pêş kolera ye.

Tuwaletên alafranga [bi klozet] û yên hemû pîsiyê dirêjine nav leximeke giştî, ew bawerî dabû ku dabînkirina aveke têr û tesel bi tenê jî dikare kêşeya birandina terxî çareser bike. Pêwendiya di navbera nexweşî û qirêjîkirina avan [bi terxî] hatibû jibîrkirin; ev feramoşkarî gihiştibû heta wê dereceyê ku polîtîkaya saxlemiyê, vîjik û enfeksiyonên din ên têkildarî terxî, dixiste nav kategoriya “berdestbûna avê.”

Îro, xwedanên xaniyan muaf in ji “baca li ser avê” ji bo “girêdanên” bi ava vexwarinê, heçko kanalîzasyonên leximan nînin. Bi vê fêla zimanî, ev mijara nerihetker qedexekirî ye ne tenê di nav axaftinên xelkê giştî de, belkî di nav derdorên biryargiran de jî. Li hinek beşên cîhana di geşedanê de, rûbarên ku di nav bajaran re derbas dibin bi qasî Tamise, Ren [Rhein] û Sena [Seine] sedsala XIX’an mend û giran in, û her bi qasî wan aciz in ku nikarin wan gelêşên mirovan ragirin ku bûne serbarê bedenê wan. Lê belê, ev “bêhnên pîs” nema dibin binasê tirsê, û hindî ku dûr bin ji navendên bajaran ku hotelên giran û cazîbeyên tûrîstîk lê ne, piştguhkirin her meyla serdest e. Di netîceyê de tiştê diyar ew e ku ji bo 2,6 milyar kesan –ji sedî 38’ê nufûsa cîhanê!–, kêşeya rojane ya rêtin û valakirina terxî çareser nebûye. Ji bo wan ne tuwalet berdest in ne jî co û girêdanên bi leximan ve. Bikaranîna tuwaletekê, ku terxî dirêje di nav kûrik an jî bîrekê de, bi xizmeteke biserûber a valakirinê nayê temamkirin. Herwiha, gava ku xanî bi lexima serekî ve têne girêdan, bi tenê ji sedî 10’ê madeyên terxî têne emelkirin û tunekirin; ji sedî nodê mayî digihe rûbaran, ku tê heye li wê derê netîceyên wê yên li ser jîngeha avî –cinsên masiyan, jiyana giyayî– û li ser saxlemiya mirovî pir wêranker bin.

Di gelek ji wan nimûneyan de, ev av tê bikaranîn ji bo serşûştinê, paqijiyê, cilşûştinê, û hetta carinan ji bo ava vexwarina mirov û heywanan jî ji wan tê dabînkirin. Herçend kirdeyê karîger ê hilmijîn û valakirina gelêşan be, av jî têra xwe madeyên nexweşîsaz [patojen] dihewîne, wekî bi milyonan bakteriyên mîkroskobîk ên di nav her pirîskeke terxî de.

Hindistan’ê, bo maweya pênc salan, yek milyar dolar qerz kirin ji Banka Cîhanî ji bo paqijkirina rûbarê Ganj’ê, ku ji ber gelêşên endûstriyel yên jehrî û paqijnekirina bi salan qirêjî bûye. Lê belê, herçend gelek binkeyên safkirinê ava kiribin û dabine xebitandin jî li ser devê leximên sertaserê çemî, hêviya girêdana xaniyên feqîr bi wan leximan ve, bi veberhênan û budceyeke wiha mezin jî xeyal e û ne rasteqîne ye.

Hema bêje tevahiya wan ên ku nikarin îstifadeyê ji binkeyên tenduristiyê wergirin li gund û gundewaran (70 %) di xanî û hêwirgehên sade û îptidaî de, an jî di wan zoravayan (30 %) de dijîn ku her mezintir dibin.

Di piraniya deverên çolter û gundewar ên welatên di rêya geşedanê de, xelk li derve terx dikin [pîsiya xwe dihêlin]; gava dinya tarî dibe, berê xwe didine nav zeviyan. Kêşeyên bi vê meseleyê ve girêdayî gelek in, bi taybetî ji bo jinan, ku divê gelek bi dizî ve bikin ji bo parastina hetk û avrûyên xwe. Êrîşên fîzîkî an jî cinsî jî dîsa kêm nînin di dema wan geriyanên şevîn de. Li rexê din, mecbûriyeta xweragirtina di nav rojê de dibe bibe binasê kêşeyên mîztinê an jî tenduristiyê.

Gava tu cih nebe ji bo çûnê, mesela di nav bajaran de, an jî di nimûneya zarokên biçûk û pîremêr û pîrejinên kêmendam an pir nexweş de, divê satilekê bi kar bînin an jî bi rêya poşetekê xwe rihet bikin. Paşê, poşetê davêjine sergoyeke nêzîk; kûçikên bêxwedan an jî beraz tên, bi usûla xwe, paqijiyê lê dikin. Ev pakêtên bêzewer bi navê “tuwaletên firrok” têne nasîn.

Li gund û gundewaran, hinek dezgehên ’edetî hezar caran çêtir in ji bikaranîna tuwaletên kêrnehatî û bêhnpîs. Xelkê gundewaran gelek caran qebûl nake holikeke tuwaletê hebe di nav malê de an jî li dora malê; wan pê xweş e heta ku îmkan hebe, wê madeyê ji jiyana xwe dûr bigirin. Di rabirdûyê de, taybetiyên hişkker û bêbêhnker ên roj û bayî, her digel paqijkariya bi rêya herikîna avê ya daîmî, bi awayekî herî baş karê wan qedandiye. Lê belê, li cîhanekê ku nufûsa mirovan pir bilindtir bûye, terxkirina li derve bûye pratîkeke zerermend bo tenduristiyê.

Bi hezaran kes nexweşiyan vedigirin ji ber pirtikên terxî, ku amade ne li nav zeviyan, li ser rê û cadeyan, li ser peravên behran, çem û dolan. Mîkrobên nexweşîsaz xwe li ser pêyan, di nav xurekan de, di nav alavên metbexê û li ser cilûbergan radigirin û kesên ku di golan de serê xwe dişon û ji ava birkan avdestê werdigirin, herwiha zarokên ku li wir dileyîzin wan mîkroban dikêşine nava xwe.

Her sal, 1,5 milyon zarokên temenbiçûk jiyana xwe ji dest didin ji ber enfeksiyonên vîjikê. Bi milyonan zarokên din jî tûşî bilindbûna kelê û nexweşiyên zikî dibin ku ji ber vê hindê gelek caran bi duristî nikarin dewamê li xwendingehê bikin, herwiha ev yek tesîreke xerab li geşepêdana wan dike û dibe binasê mesrefên sexbêriyê û çavkaniyên malbatê. Enfeksiyonên parazît, ku ji ber temasa pêyên tazî digel madeyên terxî pêk tên, hêj jî gelek belave ne û her sal zêdetir ji 133 milyon rûdanên wiha têne tomarkirin. Askarîd, kurmeke girover ku xwe bi rûviyan ve digire, dikare sêkiyê [ji sê beşan yekê] xurekê ku zarokek dadiqurtîne bimêje, û bibe binasê nexweşiya astimê. Tê heye ku bi hezaran parazît di heman gavê de li ser û nava zarokekî ku li devereke qirêjî dijî hebin.

Lê belê, herçend encamên bo tenduristiyê yên sîstemeke paqijkariyê ya bikêmasî bibe sebebê nerihetbûna rayedaran, holika tuwaletê li ber nezera xelkî hêj jî ji alîkariyeke tenduristî û hîjyenê bêtir wekî malekî şexsî dimîne. Her ku jiyana bajarî belavetir dibe, heke dezgehên ji bo wê yekê hatî danîn nebin, xwe-vedizîna ji bo qedandina wan tengaviyan gelek zehmettir dibe; herwiha, nebûna mahremiyetê dibe binasê pêkhatina daxwaza danîna wan dezgehan di nav xelkê herî feqîr de, lê bi taybetî di nav wan de yên ku li sirdeya [nêrdewan] civakî hildikişin. Tuwalet, êdî di malbatên feqîr û destkurt de jî, herwekî televîzyonê, nîşaneke nûjeniyê ye ku xelk lê digere.

Di heman demê de, pêdiviya bi hemamekê an jî bi dûşeke sade û kanalîzasyona bo raguhastina avên zêdeyî, dike ku “gelek amraz û dezgehên maldariyê”, ku ewrûpiyan qederê sed sal berê nas kiribûn, pêwîst bin. Diyar e rayedar û rêxistinên lokal, zêde xwe di ber re nakin û têra xwe çavkaniyan jê re terxan nakin; ne ji aliyê kesayetên xwedantesîr ên ji çînên rêveber û ne jî ji aliyê xelkê asayî, tu motîvasyon û handanek ji bo qedandina wan kêmasiyan diyar nîne.

Bexşker bi xwe jî xwedan mesûliyet in ji halê heyî. Herçend salê 13 milyar dolaran terxan bikin bo bernameyên avê, bi tenê milyarek ji bo duristkirina tuwalet û binesaziyên wan tê cudakirin(3). Di bernameyên bi navê “av û paqijkarî” de, gelek caran feramoş dikin budceyekê cuda bikin ji bo perwerdeya hîjyenê, handana bikaranîna tuwaletan an jî ji bo avakirina binesaziyên valakirina av û terxan, heta wê dereceyê ku êdî peyva “paqijkarî” li wê derê bi tenê ji bo xemilandinê dimîne.

Gava Neteweyên Yekgirtî di sala 2000’an de hedefên mîlenyûmê destnîşan kirin, paqijkarî her hîç di nav de derbas nebû. Bi tenê piştî xebata lobiyeke qewî, di duyemîn civîna bilind a Serzemîn (li Johannesburg’ê, di 2002’an de) de, biryar hate girtin derbarê paqijkariyê de jî hedefek lê bê zêdekirin ku li gorî wê hedefê, heta sala 2015’an, rêjeya wan kesên ku di 1990’an de îmkana wan a îstifadekirina ji dezgehên bingehî yên paqijî û tuwaletan nebû, nîvenîv dê bê daxistin. Lê belê, bi ya Unicef’ê, êdî tu hêvî nîne ku ew hedefa nefsbiçûk –lewre hêj 1,8 milyar kes dê li rexê xerab ê xetê bimînin– bibe rastî.

Hêdîtiya –darayî, siyasî, sazûmanî, promosyonî– ya pêşketinên di warê paqijkariyê de kir ku Neteweyên Yekgirtî sala 2008’an wekî “sala navneteweyî bo paqijkariyê” (SNP) destnîşan bike. Çend netîce bi dest ketin ji vê. Axirî, meseleyên ava vexwarinê û paqijkariya bi avê li ber nezera biryargiran wekî du kêşeyên serbixwe ji hev hatine cudakirin.

Li gelek herêmên cîhanê, tuwaletên ku pêkan e li deverên herî feqîr bên avakirin, nikarin avê wergirin ne jî bi kanalîzasyoneke valakirinê ve bêne girêdan. Ne şêniyan ne jî rayedarên lokal ew îmkan hene ku pere birazînine sazkirina kanalîzasyon û bîrên binerdî, û hêj kêmtir ji bo sîstemên valakirin û safkirina madeyên valakirî. Hejmareke mezin ji welatên Efrîqa û Rojhilata Nêzîk (her wekî Hindistan û Çîn’ê), tûşî kêşeyên ciddî yên kêmasiya avê dibin. Lewma, paqijkariyeke giştî ya cîhanî her ji serî ve hizreke têkçûyî ye.

Herwekî di nimûneyên din de jî tê dîtin, gava ku kêşeyeke bo demeke dirêj hatî piştguhkirin tê mexderê, SNP’yê, di rexekê re, pêşketinên perwerdeyî û teknolojîk ên di bin sî û sîberê de mayî, di rexê din re, rewşên gelek ji wan ên ku em li hêviyê bûn xerabtir, anîne rojevê. Hizreke taze li ser xelkê ku di hêwirên “derqanûnî” de dijîn em têgihandin ku hejmara kesên ku di şert û mercên pir xerab de dijîn, di rastiyê de gelek ji yên tomarkirî zêdetir e. Gelek welat, ji ber tirsa brîndarkirina îmaja xwe ya tûrîstîk, li ser kêşeya kolerayê, xwe li nezanînê û li nedîtinê datînin; lewma, bi hejmarên mezin ên nexweşan, bi bêdengî êşa nexweşiya xwe dikêşin, lewre wisa bawer dikin ku belaya li ser serê wan “nesaxiyeke kirêt” e.

Berî destnîşankirina her çi pêşketinekê di warê tenduristî û paqijiyê de, pêwîst e ew teknolojiyên alternatîf bêne teşwîqkirin ku ji wan sîstemên kevn ên leximên mezin, ku li cîhana endûstriyel û taxên rihet baw û belave ne, erzantir û hêsantir in bo bicihkirin û parastinê.

Maggie Black

Le MONDE diplomatique-beşa Kurdî

Hejmar 46- Îlon 2013