Dî & Dîtin di peyvsaziyê de

Çavkaniya Dîtin û rola wê di peyvsaziyê de
çavkaniya (dîtin) di Kurdî de û çavkaniya
(nezer نظر) a hembera wê di Arebî de.
ger em binêrin di Arebî de peyva (nezer نظر) sazvanê gelek peyv û wateyan e, helbet di Kurdî de jî çavkaniya (Dîtin) bi heman hawayî sazvanê gelek peyv û wateyan e.
di zarê Soranî û zimanê Farisî de rola Dîtin zêdetir e û kanîne gelek wate tijî û saz bikin, efsûs di zarê Kurdmancî de bi heman awayî nebûye, ew jî ji ber gelek sedeman ku niha ne mijara me ye,
bo mînak çend peyvên Kurdî û Arebî yên berhev û peyvsaziyên nû, wek:
Kurdî --- Arebî
- Dîtin - Nezer, نظر
- Dîd - Nezre
- Dîden - Mûntezîr (dîtina kesek)
- Dîdar - Mûnazere
- Dîmen - Menzere
- Dîman - Întîzar (li bendê bûn)
- Dîdan - Menzer ( berçavk)
- Dîyar - Nazir (xuya)
- Dîber - Dîtin li hember hev
- Dîpat - Î'ade nezer ( car din dîtin û bi ser de hatin)
- Dîger - Kesê ku digere bo ku bibîne
- Dînas - Nssîna kesekî eger yek car wî/wê dîtibe
- Dîhan - Dîtina cîhana xeyb û nediyar
- Dîpoş - Veşartina problem yan şaşiyek
- Dîgeş - Kesê ku tiştan geş û pozetîv dibîne
- Dîtar - Kesê ku tiştan tar, tarî û reş dibîne
- Dîbed - Kesê ku tiştan bed û xerab dibîne
- Dîgon - kesê ku şubhê tişt yan xelkî nas dike (gonîn = şubhandin)
- Dîpak - Kesê ku çavê wî/wê li mal yan namêsa xelkî nîne
-Dîpîs - Kesê ku çavê wî/wê li mal yan namûsa xelkî heye
Û...
peyv û wate xuya ye û bo her wateyek ku girêdahî dîtinê be peyv û pêşgira (Dî) heye û kane, karekî pêwîst û giring e ku van mijarên zimanî weke ku hene bên zelalkirin û roldarkirin, hêvîdar im zimanasên me li ser vê pêşgir û tev ên din stan bin û bikoşin.