Di lîga palevanên Awropa de 2 yariyên giring hebûn

Di lîga palevana ya Ewopayê de îşev du yarî hebûn. Di van yariyan de tîma Chelsea ya îngilizî û tîma Real Madrîda Îspanî rikberên xwe têk birin.
Tîma İngilîzan Chelsea û Tîma Tirkiyê Galatasaray di rovanşa yariya yekem ya ku 1-1 encam bibû hatine pêşberê hev. Di vê yariyê de tîma chelsea bi encama 2-0 biserkeft.
Di pêşbirka dûwem de jî tîma Îspanyayê Real Madrîd tîma Alman Shalke 04 kire mêvan û bi encama 3-1 biserkeft. Di pêşbirka yekem ya li Almanyayê de Real Madrîd bi 6-1 serkeftibû.
Bi vê awayî Barcelona, Atletico Madrîd, Real Madrîdê tîmên Îspanî, Parîs Sent Cermenê tîma Fransizî, Beyern Munichê Almanî û tîma Chelsea ya Îngîlîzî li hember rikberên xwe biser ketin û derbazî pleyek din bûn.
Di lîga palevan de sube êvarî jî Brisia Dortmondê Almanî û Zenîtê Rusyayî û Manchester Unitedê İngilîzî û Olîmpiyakosê Yewwnanî dê bêne pêşberê hev.