Di Liga Palewanan de gokekî dijwar Chelsea – Galatasaray 1-1

Di Liga Palewanan de gokekî dijwar Chelsea – Galatasaray 1-1

Îşev leyistoka gokê ya dijwar di navbera du tîpên gokê yên navdar û palewan de pêk hat. Tîpa Berîtanî Chelsea û Tîpa Tirkî Galatasaray ne tenê bi gokê leyistin di heman demê de pêşbirk û leyistokeka dijwar pêkve leyistin. Yarîvanên herdû aliyan jî wekî ku di hola şer de êrîşî sengerê hev dikin bi hemî hêzan xwe ve êrîşî hev kirin û li ber xwe dan. Encama leyistoka Liga Palewanan ya cîhanî bû  yek yek.
Leyistoka ku di nîvê yekem de bi bêhêzîya Galatasaray ve bihûrî di beşa duyem de bi êrîşên Galatasaray ve berdewam kir û her weha jî bi dawî bû. Di nîvê yekem de di xuleka 9. de bi gola Torres ve Chelsea rewşa yariyê kire 1-0

Di beşa duyem de Galatasaray bi dehfdan û milmilanê û êrîşên dijwar ve rewşa yariyê guhert.  Di xuleka 64. de Galatasaray bi gola Chedjou ve rewş kire 1-1 û encama yariyê jî diyar kir. Di leyistika ku dijwar hatî leyistin de gelik yarîvana qerta zer xwarin.

 

rewanbej.net