Di nava AKP de dû sîxorê Îranê derketin

Di nava AKP de dû sîxorê Îranê derketin

Hate gotin ku du sîxorên jin yên Îranî di nava AKP de weke damezrênerê vê partiyê jî cîh girtine, di payeyên curbecur de erk wergirtine û van sîxoran amêrên guhdarkirina dengî li ofîsa serokwezîr Erdogan bi cîh kirine û ji bo Îranê îstixbarat kom kirine.

Piştî ku di odeya serokwezîrê Tirkiyê R. Tayîp Erdogan de amêrê guhdarkirina dengî peyda bû, amêrek din jî di odeya serokatiya civatên xizmên tirkan ya ser bi serokwezaretiyê de payda bû. Li gor agehiyan ev amêr li ser nameyekê sikaleyî derkete holê.

Li ser vê sikaleyê ji aliyê asayişê ve lêkolîn hatine kirin û cihên ku ev amêr dengan dişînin hate peyda kirin. Her weha kesên ku ev amêr bicîh kirine hatine dîtin. Li gor encama lêkolînan aşkira bû ku kesên ev amêr bi cîh kirine du jinên sîxorin. Her du jinan jî di damezrandina AKP’ê ya 14 Tebax 2001 ê de erk girtine. Navê her du jinan nayê aşkere kirin.

Hate zanîn ku der barê her du jinan de jî li serdozgeriya komarê ya Enqerê lêpirsîn hatiye destpê kirin. Di encama lêpirsînê de derkete holê ku her du jin bi kesên Îranî re di pêwendiyê de bûne. Dihête gotin bi rêya sîxorên xwe Îranê xwestiye AKP’ê bixe bin kontrolê.

Di encama lêkolînan de derdikeve ku sîxoran xwestine wezîran, burokratan û parlamenterên berî j3i guhdar bikin.

 Rewanbej.net