Di parlementoyê de 300 hezar caran sex seyr kirine

Di parlementoyê de 300 hezar caran sex seyr kirine

Sala derbazbûyî di parlementoya Îngilistanê de 300 hezar caran malperên porno û sexsê hatiye vekirin û seyra dîmenan kirine.

Li gor nûçeya rojnameya Brîtanî Huffington Post di çarçoveya azadiya mafê agehî wergirtinê de pirs hatiye kirin ka di parlementoyê de çend caran malperên pornoyê hatine temaşe kirin. Daireya agehiyên teknolojî ya parlementoya Îngilistanê jî der barê vê pirsê de diyar kiriye ku di nava salekê de 300 hezar caran seyra malperên navborî kirine.

Daireya agehiyên teknolojî ya parlementoya Îngilistanê dibêje kesên ku seyra van malperan kirine parlamenter û karmendên parlemenê ne.  Li parlemena Brîtanyayê, tenê di meha Mijdarê de 114 hezar û 884 caran ev malper hatine seyr kirin û di meha Sibatê de jî tenê 15 caran seyr kirine.

Jêder BBC