DIHA’yê berferehiya rapora heyeta lêkolînên Rojava belav kir

DIHA’yê berferehiya rapora heyeta lêkolînên Rojava belav kir

Nûçeyên der barê komkujiya li Rojavayê Kurdistanê de demek dirêj rojeva Kurdistanê dagirtibû. Li ser van nûçeyan bi pêşniyara Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî ji nav Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî ji bo lêkolîn kirina rastiyan heyetek hatibû amadekirin. Piştî lêkolînan û vegera heyetê rapora komîteyê jî bibû mijara gengeşî û nîqaşan. Ajansa Dicleyê diyar kir ku berferehiya raporê gehiştiye destê wan û aşkere dikin.

DIHA di nûçeya xwe ya sebaret raportê de dibêje, di rapora heyeta Rojavayê Kurdistanê ya Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî de, asta komkujiya li Til Hasil û Til Eranê bi vegotinên şahidan bi awayekî zelal diyar dibe. Di raporê de di beşa daxwazên gelê Rojava de jî wiha tê gotin: “Beşek ji xelkê daxwaz dikin ku di milê çek û teqemenî de alîkariya YPG bê kirin.”

Nuçe dibêje; Heyeta 9 kesan a ji aliyê Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji bo komkujiya li Rojava û êrîşên li herêmê di cihê wê de bişopîne di 19′ Tebaxê de derbasî Rojavayê Kurdistanê bibûn. Piştî lêkolîn û lêgerînên xwe yên 4 rojan heyet vegeriyabû Başûrê Kurdistanê û raporek amade kiribû. Rapor hem pêşkêşî Rêveberiya KCK’ê û hem jî Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî hatibû kirin. Piştî pêşkêşkirina raporê di 3’ê Îlonê de berdevkê Serokatiya Herêma Federal a Kurdistanê Umed Sebah daxuyanek da û di daxuyaniyê de diyar kiribû ku heyeta çûye Rojava têkildarî komkujiyê tu belge bi dest nexistine. Li ser vê yekê Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd, ji Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî xwest ku daxuyaniya xwe ya li ser rapora heyeta Rojava sererast bike yan na rapora esayî ya heyeta Rojava aşkera bike.

Di rapora ku ket destê DÎHA, di encama daxuyaniyên niştecihên Til Hasil û Til Aran ên bûne şahidê komkujiyê de bi awayekî aşkera tê xuyakirin ku komkujî pêk hatiye. Koma yekem qala hatina kuştina 17 kesî dike ku di nav wan de çar çekdarên (Lîwaya Cephet el Ekrad) hebûne. Koma duyemîn qala kuştina 25 kesan dike ku piraniya wan bi sedema topbarana rejîmê hatine kuştin, û tevî wê jî 300 – 400 kes hatine girtin. Koma sêyemîn jî dibêje ku ji destpêka meha Sibata 2013’an heta 31’ê Tirmeha 2013’an nêzî 70 – 80 kes li herêmê de hatine kuştin û 177 kes jî hatine girtin.

Rapora Komîteya Amadekar bi serenava “Rapora heyeta şopandin û nirxandina rewşa Rojavayê Kurdistanê”  ev xal tên nîşandan: “Li ser biryara Serokê Herêma Kurdistanê ya 8’ê Tebaxa 2013’an ji bo Komîteya Amadekar a Yekemîn Kongreya Neteweyî ya Kurd; heyetek bi tevlîbûna nûnerên her çar parçeyên Kurdistanê, bi armanca ji nêz ve şopandin û nirxandina rewşa Rojavayê Kurdistanê pêk hat. 19’ê Tebaxa 2013’an de ev heyet ji bajarê Hewlerê bi rê ket û bi rêya deriyê sînor a (Pîşabîr – Sêmalka) derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û ji aliyê heyetek bi serokatiya (Sînem Mihemmed, Hevseroka Meclîsa Gelê Rojavayê Kurdistanê) hat pêşwazîkirin.

Ev heyet ji 7 kesan û 2 hevkaran pêk hat û 5 rojan li Rojavayê Kurdistanê kar kir û di vê demê de serdana bajarên (Dêrîk, Girkêlegê, Eniya Şer li gundê Rimêlan Paşa, Rimêlan, Gundê Zexîre, Tirba Sipî, Celaxa, Qamişlo, Dirbesî, Serê Kaniyê) kiriye û bi nêzî 400 kesî ji çîn û beşên cuda yê civaka Rojavayê Kurdistanê (aliyên siyasî, ciwan, bijîşk, parêzer, mamoste, kesayetiyên olî û civakî, ronakbîr, malbatên şehîdan û çend kesên xelkê Til Aran û Til Hasil û şandeyekî Xiristiyanan) re hevdîtin pêk aniye. Tevî ku endamên heyetê ji bo serdana bajarê Amûdê bikin serlêdan kirin jî, lê belê li alî du endamên heyetê (Delîl Amed û Şîlan Eminoglu) nerazîbûn hat nîşandan. Sedema nerazîbûnê wan jî ew bû ku li wî bajarî pirsgirêkeke navxweyî derketiye û ew jî nakeve çarçoveya erkên heyeta wan û ew bi xwe serdana wî bajarî nakin. Ji bo vê jî endamên din ên heyetê biryar dan ku ew serdan pêk neyê.

Di encama hevdîtinên heyetê bi alî û pêkhateyên civakê li Rojavayê Kurdistanê de qala wan pirsgirêkan hate kirin:

1. Piştî azadbûna çend heremên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Meclîsa Gelê Rojavayê Kurdistanê, du hêz bi navên (Asayîş – ya ku erka parastina navxweyî girtiye ser milê xwe) û (YPG – ya ku hêzek leşkerî yê û erka parastina sînorên Rojavayê Kurdistanê girtiyê ser mile xwe) hatine damezrandin. Lê belê li ser ew her du hêzên ku behsa wan hat kirin du nêrînên cuda tên ziman:

a)- Meclîsa Gelê Rojava û alîgirên wan ev her du hêz weke hêzên niştîmanî bi nav dikin.

b) – Encûmena Niştîmaniya kurdî û alîgirê wan ew her du hêz weke hêzên girêdayî yekpartî bi nav dikin û dibêjin ew her du hêz ji bo berjewendiyên aliyekî tenê kar dikin.

2. Di milê siyasî de Rojavayê Kurdistanê li ser du aliyan dabeş bûye. Ev jî encûmena niştîmaniya kurdî û Meclîsa Gelê Rojava. Tevî ku di navbera her du aliyan de peymanek çêbûye û li gor wî Desteya Bilind a Kurd pêk hatiye; lê belê bi sedema bicihneanîna rêkeftina Hewlêr û pêknehatina komîsyonên girêdayê Desteya Bilind a Kurd û helwesta ku ji aliyê Meclîsa Gelê Rojava li hember (Partiya Azadiya Kurdî) ku endamên encûmena niştîmaniya kurdî ye, zêdetirî 5 meh in civînên Desteya Bilind a Kurd hatine seknandin.

3. Bi sedama rewşa şer li sînorên Rojavayê Kurdistanê bi heremên din ê Sûriyeyê re û girtina sînorê Tirkiyeyê û Rojavayê Kurdistanê û sekinandina sînorên Herêma Kurdistanê (di milê bazirganiyê de) ligel Rojavayê Kurdistanê pirsgirêkên aborî li Rojavayê Kurdistanê derketine û ew jî bûye sedem ku bihaya pêdiviyên jiyanî pir bilind bibe û derfetên karkirinê jî asteng kiriye. Di heman demê de bi sedema rewşa aloz û nebûna ewlehiyê li Rojavayê Kurdistanê hejmarek jê bazirganên (ticar) heremê koçber bûne û hejmarek jî karê xwe dane rawestandin.

4. Di milê tenduristî û xizmetên civakî de Rojavayê Kurdistanê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû maye weke:

a) – Nebûyîna kehreb (elektrîk) li gelek heremên Rojavayên Kurdistanê bûye sedem ku kar û xebatên (bîrên ava vexwarinê, firinên nançêkirinê û kargeh) bên seknandin û ew jî li ser rewşa jiyana rojane ya civakê bandor dike.

b) – Bi sedema talankirina çend nexweşxane û nebûna derman û kadroyên bijîşk yên pispor û nebûna amûrên taybet ji bo tehlîlkirina xwînê, Rojavayê Kurdistanê bi pirsgirêkên tendirustiyê re rû bi rû dimîne.

5. Ew xalên ku di jor de hatin destnîşankirin bûne sedema koçberbûna xelkê Rojavayê Kurdistanê ji bo herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê, metirsiyek wisa jî heye ku erebên heremên din li cihê wan de niştecih bibin û ew jî bibe sedema guhertina demografiya Rojavayê Kurdistanê.

6. Di encama hevdîtina heyetê bi şandeke Xiristiyan li bajarê Qamişloyê, Xiristiyanên vê heremê bi wî awayî behsa pirsgirêkên xwe kirin. Tevî ku ew xwe weke xelkên resen ê herêmê dizanin û xwedî pirsgirêkên weke pirsgirêkên xelkên heremê ne û di heman demê de pirsgirêkên wan ên taybetî jî hene; li gor gotinên wan ji destpêka şoreşa Sûriyeyê heta niha nêzî 84 kesên Xiristiyan li Hesekê û 16 kes li Qamişlo hatine revandin û piştre bi berdêla pere hatine berdan. Ji bo vê jî daxwazên wan:

a) – Mal û milkên Xiristiyanên koçber bûne bên parastin.

b) – Bi rêya vekirina dewreyên taybet ji alî partî û rêxistina civaka sivîl, xelkê heremê li ser bingeha aştiya navxweyî û ruhê pêkvejiyanê û xwedîderketina li hevdu bên perwerdekirin.

c) – Xiristiyan li kêlekê neyên hiştin û bi kurdan re tev li mêkanîzmayên birêvebirina herêmê bibin.

7. Der barê heremên (Til Aran û Til Hasil) û bûyerên di wê heremê de qewimîne, bi sedama dûrbûna herêmê û rewşa şer û alozî û nebûna asayîşa rê, heyet nikarîbû serdana wê heremê bike. Lê belê li bajarê Qamişloyê bi 3 komên cuda ji xelkên (Til Aran û Til Hasil) hevdîtin pêk anîn, ku ji 50’î kesî pêk hatibû û di nav wan de 18 jin, 11 zarok û 21 zilam hebûn. Navbera her 3 koman de çîrok û ramanên cuda hebûn û li ser bûyerên qewimîne jî nêrînên wan cuda bûn. Koma yekem qala kuştina 17 kesî dikir ku di nav wan de çar çekdarên (Lîwaya Cephet el Ekrad) hebûne. Koma duyemîn qala kuştina 25 kesan dikir ku piraniya wan bi sedema topbarana rejîmê hatine kuştin, û tevî wê jî 300 – 400 kes hatine girtin. Koma sêyemîn jî digotin ji destpêka meha Sibata 2013’an heta 31’ê Tirmeha 2013’an nêzî 70 – 80 kes li herêmê de hatine kuştin û 177 kes jî hatine girtin.

Li gorî gotinên ev kesên ku me pêre hevdîtin kirin, ew pêkhatana tevlî şerên li wê heremê qewimî ne bûne. (Cephet el Nesre, dewleta Islamî li Iraqê û Şamê, Liwa el Tawhîd, Ahrar el Şam, ketîbe ya Selaheddîn, ketîbeya Azadî ku ji alî kesek bi navê (Azad Merii Şeebû xelkê gundê Kibaret) hatiye çêkirin û girêdayî encûmena leşkerî ya Heleb bi serokatiya Abdulcebar el Egîdî û li gor gotinên wan ev ketîbe girêdayî Selah Bedreddîn e.) Her wiha ew xelka qala vî jî dikirin ku endamên vê ketîbe xelkê (Til Aran û Til Hasil) in û cîran û xizmên wan bûne. Lê belê tevî ku heyet xwest ku navê endamên ketîbê zanibe jî, wan navê tu kesî nedan me.

Li gor gotinên kesek bi navê (Cûmah Kalo ku xelkê Til Hasil bû û me pêre hevdîtin çêkir; di 28’ê Tirmehê 2013’an de çend erebeyên girêdayî Cephet el Nusra ku li ser wan doçka hatibûn barkirin, li derdora baregeha (Liwa Cebhet El Ekrad) li Til Hasil girtin, û bahsa wê dikirin ku emîrê komek bi navê (Ebû Hazîfet el Misrî) ji alî çekdarên (Liwa Cebhet el Ekrad) hatiye kuştin, lê belê çekdarên (Liwa Cephet El Ekrad) jî gotine ku haya me ji kuştina wî kesî tine ye. Di heman demê de Artêşa Azad ragihandiye ku (Ebû Hazîfet el Misrî) bi şaşitî ji aliyê wan de hatiye kuştin. Ji wê demê şûn de xelkê Til Hasil kombûyînek li nêzî baregeha (Liwa Cephet el Ekrad) pêk anî. Ji bo vê jî ji alî ew hêza girêdayî Cebhet El Nusra xelkê gund nav mizgeftê de hat binçavkirin û heta 15 deqiqeyan beriya banga êvarî (mexreb) xelk serbest berdan. Li saet 22.00’ê êvarê Cebhet El Nusra bi rêya bangdayînê xelkê gund agahdar kirin ku her kesek heya saet 10.30 yê sibê roja 29’ê Tirmehê 2013’an de li nav gund de bimîne, dê weke Apocî tê hesibandin û xwîn û mal û jiyana wî ji bo wan helal dibe. Lê belê xelkê (Til Aran) qala viya kirin ku (Cebhet El Nusra) bi rêya mizgeftan xwîn û malên kurdan helal kirine.

Hêjaye gotinê ye ku tu kesek ji her 3 komên hatin behskirin, derveyê navê çend kesên hatine kuştin û kesên hatine girtin, navê tu kesî li ber destên wan nebû. Heyeta me daxwaza navên kesên ku hatine kuştin û girtin û wêne û vîdeo li her 3 koman kir, lê belê heta niha tiştek negihîştiye ber destê heyetê.

8. Gazincên xelkê hebûn li ser şêwaza dabeşkirina ew kel û per û alîkariyên kû ji alî Herêma Kurdistanê û rêxistin û kesên xêrxwaz ji bo Rojavayê Kurdistanê hatine şandin. Weke mînak qala hevkariya tenduristî û şîrê zarokan dikirin ku gihiştiye destê (Heyva Sor a Kurdî – Rêxistineke taybet bi qada tenduristî û girêdayê PYD’ê ye) û bi kêfa xwe hatiye belavkirin. Lê belê endamên (Heyva Sor a Kurdî têqez kirine ku hemû kelûperên ku gihiştiye destên wan li gor lîste û dokument hatine belav kirin û her aliyek bixwaze ew amade ne ku bê çavderîkirin.

Daxwazên ew kes, alî û pêkhatên civakê ku ji alî heyetê ve bi wan re hevdîtin çêbûye ji bo komîteya amadekar a Yekemin Kongreya Neteweyî a Kurd:

1. Hemû kes, partî û alî, têkez dikirin ku pêwîste rêkeftina Hewlêr bê pêkanîn, Desteya Bilind a Kurd û komîsyonên girêdayê desteya bilind bi taybetî jî (komîsyona pisporî) bên çalakkirin.

2. Daxwaz tê kirin ku bi lezgînî ji bo sekinandina şer li heremên kurdî de kar bê kirin, ji ber ku şer li berjewendiyê kurdan de nîn e û dibe sedema zêdebûna dijminên kurdan. Her wiha daxwazkirin ku pêwîst e li biryarên şer û aştî de hemû alî beşdar bibin û ew biryar bi tenê di destê aliyekê de nemîne.

3. Daxwaz tê kirin hêzek leşkerî yê hevbeş û hevgirtî di navbera hemû alî û pêkhateyan de bê sazkirin.

4. Daxwaz tê kirin ku bi lezgînî pêwîstiyên tenduristiyê û derman ji bo Rojavayê Kurdistanê bên pêkanîn. (Lîsteya daxwaziyên derman û pewîstiyan tevî vê raporê tê pêşkêşkirin)

5. Vekirina deriyê sînor (Pîşabîr) li navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ji bo kar û barên bazirganî ya giştî, lê belê pêwîst e li gor programeke rêk û pêk bi tevlîbûna praktîkî yê hemû aliyên Rojavayê Kurdistanê birêve biçe û tenê di destê aliyekî de nemîne.

6. Ji bo daneseknandina koçberbûna kurdên Rojava ji bo Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê kar bê kirin, dive tenê kesên ku di çarçoveya pêwîstiyên mirovî de diçin rê bê dayîn derbasî Herêma Kurdistanê bibin û derbasbûna wan jî ji bo demeke diyarkirî be.

7. Daxwaz tê kirin ku navendên serokatiya partiyên siyasî vegerin Rojavayê Kurdistanê.

8. Di navberên aliyên kurd de şerê ragihandinî li dijî hevdu bê rawestandin.

9. Kar bê kirin ji bo amadekirina kampek li rojavayê Kurdistanê ku bi her sedemekî xelk neçar bimînin ji herêma xwe derkevin li wî kampê de bên bi cîh kirin. Herwiha ji bo vegerandina koçberên ku hatine Herêma Kurdistanê ji bo rojava kar bê kirin.

10. Daxwaz tê kirin ji azadiya raman û karê rojnamevanî ronakbîr û rojnamevanan rêz bê girtin û ji bo karê wan astengî neyên çêkirin.

11. Daxwaz tê kirin gelê bakurê Kurdistanê zext li hikûmeta Tirkiyê bikin ji bo vekirina deriyên sînorê navbera Tirkiyê û rojavayê Kurdistanê.

12. Beşek ji xelkê daxwaz dikin ku di milê çek û teqemenî de alîkariya YPG bê kirin.

Pêşniyarên heyetê:

1 – Bi lezgînî pêwîstiyên tenduristiyê û dermanên emergency ji bo Rojavayê Kurdistanê bên pêk anîn.

2 – Ji bo pêkanîna hemû daxwazên ku pêşkêşî heyetê hatine kirin, karek ciddî bê kirin.

3 – Derbarê vekirina deriyê sînor a Pîşabîr ji bona kar û barên bazirganiyê , pêwîste sîstemek nû bê danîn û li milê din ê sînor yekalî dest li ser hemû tiştî de negire.