Dijberiya tevgerê ya Zenonê Eleayî

Zenonê Eleayî (B.Z.490-430) Çima Tevgerê (Liv, Bizav) Napejirîne?
Di felsefeya Zenon de, tevger nayê pejirandin û weke şaşî/xap û xwiyakirinekê tê dîtin. Di dîroka felsefeyê de ev nêrîna wî, bi navê
Ji ber vê yekê: cisîmek/cosmîkek ji niqteyekî nikare here ya dinê. Lewra, ew ti caran nagihêje wê niqteya dawî. Di vê niqteyê de cîh/war ji hevdu heta dawî vediqete/cihê dibe û jihevçûn, tevgerê pûç dike. lew re li gorî felsefeya Zenon:
Gelo, Zenon di vê pêşniyarê de dixwaze çi bibêje? Ew wan tiştên ku em wan bi alikariya sehekan dinasin, wan înkar dike yan na? Bêguman, wan înkar nake. Lê wiha dibêje: ’Bingeha cîhana sehekan, tevger û boşî ne. Dibe ku cîhaneka sehekan hebe, lê ew cîhan ne rasteqîn e.’
Zenon, sehekan înkar nake, lê dibêje ku ew ne rasteqîn in û vê yekê qebûl nake. Li gorî felsefeya Zenon: Tevger û boşî, hene. Lê ew bi alikariya sehekan hene û lê tu realîteya/rasteqiniya wan tune. Ew bi tenê xwiyakirin in û rasteqîniya tiştan jî, di naveroka wan xwiyakirinan de ye.
Di vê niqteyê de: Di navbera xwiyakirin û rasteqîniyê de cudatiyek xwiya dike, ku Zenon vê yekê wiha şirove dike: ’Objeyên/nesneyên ku li hawirdor in, xwediyê bûyîn û heyînekê ne. Belam, ew ne di xwede ne.’
Ango, cewherê/substance wan, ne di wan de ye. Ew cewher, ji tiştekê din tê ku ew jî, heqîqeta heyînê ye. Bi gotineke din meriv dikare wiha jî şirove bike: Di cîhana sehekan de obje/nesne hene. Belam, ew ne xwediyê hebûnatiyeke serbixwe ne. Bi tenê, xwiyakirinên heyînên rasteqîn in. Ji xwe înkara sehekan jî, ji vê xalê/niqteyê dihat.
Felsefevan.org