Dilovanî | Tosinê Reşîd

Van demên dawî, Rêveberê gishtî yê karûbarên Êzîdiyan li wezareta Ewqaf, ya Herêma Kurdistanê, berêz Xêrî Bozanî gotibû, wekî rewşa derûnî, ya wan jin û zarokên êzdî, ku ji destê Daîş hatine rizgar kirin û niha li kampên penebera, yên li Herêma Kurdisanê star bûne, ne baş e.
Ev pirsgirêkeke mezin e û divêt rojekê zû bê çareser kirin. Ji bo çaresr kirina vê pirsgirêkê, pêvîstî bi pisporên nexweşîyên derûnî heye. Ez bawer nakim, wekî li wan kampan pisporên usan gor pêvîstîyê hebin; lê pisporên usan wek nan û av pêvîstin. Û divêt pisporên usan dilovan bin, dilê wan seva wan jîn û zarokan biêşe.
Gava min ew nûçe xwend, wênek hat bîra min, ku min van demên dawî li Facebook ê dîtibû; jineke bûkîn bi zareke biçûk re şa dibû.
Ew jin Bêrîvan ZînZal bû. Min bi wê re pêwendî girê dan. Bêrîvanê ji min re dîroka xwe û wê zarokê gilî kir. Min hinek agahî ser jîyana wê jî pirsîn û ez ê niha wan bi xwendevanan re pare vebikim. Bêrîvan ZînZal, jineke kurd e, pispora nexweşîyên derûnî ye û niha li Stenbolê dijî. Du zarê wê hene; Zîn û Zal, hevalcêwîne.
Bêrîvan ji Nisêbînê ye. Nisêbîn di nav bajarên Bakûra Kurdistanê de taybetîyên xwe hene. Navbera Nisêbîn û Qamişlo de, pirak e. Demên berê sînor vekirî bûye, çûyîn-hatina di navbera herdu bajaran de azad bûye. Bê guman li Qamişlo, himberî Nisêbînê azadî zêde bû; azadîya peyvandina zimanê kurdî, cilên kurdî, xwendin û nivîsara kurdî. Gelek nivîskar, hunermend û sîyasetmedarên kurd li Qamişlo diman. Û pêwendîyên di navbera Qamişlo û Nisêbînê tesîreke mezin ser xelkên Nisêbînê hîştin û hê ji dihêlin. Bade nîne, wekî di nav rewşenbîr, nivîskar û sîyasetmedarên kurd de, jimara nisêbînya mezin e.
Çiqwes jî zor û zilama hukumatê ser Nisêbînê jî kêm nê bûye, lê nisêbînya kurdî û kurdîtîya xwe parastîye; Bêrîvanê heta 7 salî bi tirkî nizanibîye.
Çawan Bêrîvan dibêje, rojekê ji wê re vîdîyok tê. Vidio ser jîyana zarokekî şêngalî, yê 5 salî bûye. Ew zarok du sal nîva di dest Daîş de maye. Wê jîyana di dest Daîş de bal zarokê sertî û nebaşî payda kiribûn. Û video tesîreke mezin ser Bêrîvanê dihêle. Çawan ew dibêje, deh rojan nikaribûye xew bike, hema usan ji bo wê zarokê girîya ye. Û dawîyê birîyarê dide, here û wê zarokê bibîne. Ew diçe û 12 rojan li kampeke peneberan, ya devera Duhokê dimîne. Wê zarokê dibîne, lê mixabin zarokê kurdî ji bîra kiribû. Ew bi erebî diaxive, dayka feqîr bi kurdî.
Çi derdekî gran e!
Daîş ê heta navê wî jî guhêrî bûn. Bêrîvan bi wî re bi kurdî diaxive û niha kêfa zarok jî bi kurdî re tê, fêrî xwendina tîpên kurdî, yên latînî dike.
Ew zarok niha pir hatîye guhertin.
Bêrîvan gelek zarokên kampê ye mayîn jî fêrî tîpên latînî dike. Bilî fêr kirina xwendin û nivîsara kurdî, ew dema zarokan bi tiştên balkêş tijî dike; stiran, helbest, govend, şano... Piştî demeke ne dirêj Bêrîvan dîsan vedigere kampê û 15 rojan li wir dimîne.
Dûarojê Bêrîvan odekê ji wan zarokan re kirê dike û ew ode dibe hin dibistan, hin jî cîhê pêlîstokan.
Hizkirin û xemxurîya Bêrîvanê bê bersiv namînê; gelek caran dayîk û zarok li wê digerin, bîra wê dikin. Niha Bêrîvan û jin û zarên kampê, bûne wek malbetekê. Û Bêrîvan bêyî wan nikare bijî. Gor gotina wê, wê di demeke nêzîk de dîsan here.
Bêrîvana derûnnas, ku xema jin û zarên kampê tabetîyê nade wê.
Bêrîvanê demekê li Zagros TV program çê kirine, lê niha mixabin bê kar e. Wê dîwaneke helbestan çap kirîye.
Pêvîstîya kampêm peneberan, ku jin û zarên ji destê Daîş rizgarkirî lê dimînin, bi pisporên derûnî heye û divêt berî gişkî kar bidin kesên usan, yên ku dilê wan ji bo wan jin û zaran diêşe, yên mîna Bêrîvan ZînZal ê.