Dîrokzan û gerîdeyê kurd Kerîm Zend koça dawî kir

Dîrokzan û gerîdeyê kurd Kerîm Zend koça dawî kir

Dîrokzan û gerîdeyê kurd Kerîm Zend îro 10.10.2017\'ê di temenê 93 saliyê de wefat kir. 

- Kerîm Mihemedsalih Selîm Zend naskirî bi Kerîm Zend di sala 1924\'ê de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Xwendina olî, destpêk û navendî li bajarê Silêmaniyê û di sala 1944\'ê de li mala mamosteyan a Bexdayê xwendina bilind qedandiye. 

- Heya niha gelek pirtûk û destnivîs derbarê dîrok û coxrafiya Kurdistanê de nivîsîne ku ya herî diyar \"Tomar a Temen\" di 5 bergan deye ku behsa coxrafiya û awayê jiyana miletên Kurdistanê dike. Herwiha Zend yekem kese ku pirtûka Incîlê wergerandiye ser zimanê kurdî. 

- Di sala 1946\'ê de li bajarê Mehabadê beşdarî Komara Kurdistanê bûye û li ser daxwaza pêşewa Qazî Mihemed di serdema Komarê de li xwendingeha Gelawêj mamostetî kiriye û dersa zimenê Kurdî daye zarokan. 
Piştî têkçûna Komara Kurdistanê berê xwe daye Yekitiya Soviyeta berê.

Dêrsim Oremar