DİSK: AKP zulmê li gelê xwe dike lê ji bo Suriyê jî demokrasiyê dixwaze

DİSK: AKP zulmê li gelê xwe dike lê ji bo Suriyê jî demokrasiyê dixwaze

Serokê giştiyê DİSK’ê Kanî Beko diyar kir ku hikumeta AKP’ê zulmê li gelê xwe dike lê belê ji bo Suriyê jî demokarisyê dixwaze. Beko got: ’Erdogan komkujên xwe weke qehreman yên din jî weke fîrawûn pênase dike.

Serokê giştiyê DİSK’ê Kanî Beko bi boneya 1’ê Îlonê roja aşitiya cîhanê peyamek weşand û diyar kir ku hêzên ku li ser cîhanê desthiladarin dest ji xwînrijandinê bernedane. Bako got: ’Hîtler di 1’Ê Îlona 1939’an Plonya dagir kir û şerê cîhanê 6 salan ajot û di 2’ê Îlona 1945’an bi dawî bû. 54 milyon mirov jiyana xwe ji dest dan. Bi milyonan mirov jî zirar dîtin û birndar bûn. Ji bo carek din ev êş neyên jiyîn roja 1’ê Îlonê bû roja aşitiya cîhanê.’

Beko daxuyand ku di serî de li Tirkiyê û li tevahiya cîhanê hêşta jî serweriya çekan heye û ji ber vê j3i mirovatî tengaviyan dijî. Beko diyar kir ku AKP şerê mezhebî sor dike û got: ’Ev şerê ku perçeyekê hegemonya emperyalîzmê ye, piştî Efganîstan, Îraq û Libyayê niha jî li Suriyê berdewam dike. Ev şer gelan dike dujminê hev. Desthiladariya AKP’ê jî di nava van şeran de roleke çalak dilîze. Erdogan komkujên xwe weke qehreman yên din jî weke fîrawûn îlan dike. Her weha dibêje her firawunek xudan Musayekê ye. Gefan li welatên din dixwe. Aşkere dibêje ku Musaya serdemê Emerîka û hêzên din yên emperyalîstin.’

Di berdewama peyama xwe de Beko ragehand ku di şerên li Rojhilata Navîn de herî zêde Emerîka qezenc dike û got: ’Di sala 2010’an de 21.4 milyar dolar çek firoht. Di sala 2011’an de sê qat zêdetir kir û bû 66.3 milyar dolar. Li gor bernameya wan di sala 2013’an de bûye 80 milyon dolar. Beko got ku AKP zulmê li gelê xwe dike lê ji bo gelê Suriyê jî daxwaza demokrasiyê dike.

Di wadiya peyama xwe de ji hemû kesî xwest ku dest ji tekoşîna kedê bernedin û li djî vê zulmê bargiriyê bikin. Beko got em soz didin ku emê qêrîna aşitiyê li tevahiya cîhanê belav bikin. Em soz didin ku cîhana biratiyê ava bikin.

Rewanbej.net