Diyarbekirspor tê girtin

Diyarbekirspor tê girtin

Tîma Amedê ya bi navê Diyarbekirspor ji ber sedemên darayî dihête daxistin. Diyarbekirspor eve çar sale encamên nebaş digre û ser hev ji lîgê dikeve. Ji ber vê rêveberî, koma rahênran û yarîzan ji tîmê dûr dikevin.

Diyarbekirspor ku eve 45 sale hatiye damezrandin û çend caran jî di lîga yekem û ya super ya Tirkiyê de cîh girt, rojên erjeng û ne baş dijî. Diyarbekirspor eve 4 salin li ser hev encamên ne serkeftî digre û ji ber vê her sali ji lîgê dikeve. Ji ber ku tîm dê rojên pêş de dernekeve pêşbaziyan dê bête girtin.

Berpirsê şûbeya fitbolê ya Diyarbekirsporê Mehmet Emîn Akyapî diyar kir ku ji ber çi kesek nabe xudanê tîmê, dê tîma 45 salî bihête daxistin. Akyapî da zanîn ku ewan lîsansên yarîzan û koma rahêneran bêyî beramber dane wan. Ji ber vê jî êdî Diyarbekirspor bê yarîzan û rahênere. Akyapî got ku di vê rewşê de dê tîma wan bihête girtin.

Rewanbej.net