Dizeyî: Ji bo zindîbûna pêvajoya aşitiyê em bo harîkariyê amadene

Dizeyî: Ji bo zindîbûna pêvajoya aşitiyê em bo harîkariyê amadene

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî der barê pêvajoya çareseriya li Bakûrê Kurdistanê axivî û diyarkir ji bo ji nûve zindî kirina pêvajoya aşitiyê ew ji bo her alîkariyekê amadene.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî der barê biryara KCK’ê ya rawestandina paşde vekêşandina hêzên gerîla axivî. Dizeyî got: ’Em hêvîdarim ku PKK cardin dest bi tundiyê nek.’ Dizeyî da zanîn ku hikûmeta herêma Kurdistanê piştgiriyeke tam didin pêvajoya aşitiyê û got: ’Me jî piştgiriya vê pêvajoyê kir. Ev biryara niha biryara PKK ê ya yekalî ye. Em hêvî dikin ku biryarek demkî be. Her weha hêvî dikin ku Tirkiye jî gavên pêwîst bavêje.’

Dizeyî diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan ew ji bo alîkariyê amadene û weha pêda çû: ’Em weke hikûmeta herêmê ji bo ji nûve zîndîbûna pêvajoyê ji bo hemû cure harîkariyê amadene. Lê biryara dawî ya PKK û dewleta Tirke. Em ti caran piştgiriya tundiyê nakin. Bila pêvajoya aşitiyê ni gavên demokratîk berdewam bike.’

Rewanbej.net