DMME: Tirkiyê hiqûqa şer binpê kir

DMME: Tirkiyê hiqûqa şer binpê kir

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê bombekirina gundên Kûşkonar û Koçagili yên Şirnexê ji aliyê balafirên şer ve Tirkiye bi 2 mîlyon û 305 hezar Euro tazmînatê mehkûm kir. DMME di biryara xwe de dibêje Tirkiyê Peymana Cenevre ya hiqûqa şer destnîşan dike, binpê kiriye. Parêzerê gundiyan Tahîr Elçî jî diyar kir ku biryar biryareke nû û yekemîn e. DMME ji Tirkiye xwest, heta 26’ê Adara 2014’an kiryarên bûyerê tespît bike û pêvajoya darizandinê bide destpêkirin.

DMME biryara xwe ya ji 85 rûpelan a derbarê doza bombekirina du gundên Şirnexê yên sala 1994’an ji aliyê balafirên şer ve, ku di encam de 38 welatiyan canê xwe ji dest dan, ji aliyan re ragihand. Di biryara ku bo zimanê Tirkî hatiye wergerandin de tê destnîşankirin ku Tirkiyê ne tenê hinek xalên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê di heman demê de xala 3. a hevpar a Peymana Cenevreyê ya Navneteweyî jî binpê kiriye. Parêzerê gundiyan Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî biryara DMME nirxand û got ku di biryara wan lêkolîn kirine de gelek hêmanên nû hene.

Elçî ragihand ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ligel Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku destûra wê ya bingehîn e, bal kişandiye ser xala 3. a hevpar a Peymana Cenevreyê, ku belgeya bingehîn a hiqûqa şer a navneteweyî ye û ev xal wek normeke bingehîn di biryara xwe de qeyd kiriye.

Elçî diyar kir ku DMME xala hevpar a 3. a Peymana Cenevreyê ya hiqûqa şer û pevçûnan destnîşan dike, wek metna bingehîn di biryara xwe de bicih kiriye û got, ’Dadgehê di biryara xwe de hikum daye ku bombekirina du gundan di sala 1994’an de bi awayekî zelal li dijî hiqûqa mirovî ya navneteweyî û hiqûqa pevçûnê ya ne xwedî wesfa navneteweyî ye. Ev yek ji bo DMME demeke nû, biryareke nû ye.’

Elçî da zanîn ku DMME bi vê biryarê re peyameke gelekî girîng daye Tirkiye ku welatekî endamê wê ye. Elçî destnîşan kir ku DMME bi vê biryarê mesaj daye Tirkiyê ku di çalakiyên bi vî rengî de hê bêhtir baldar be, dema bûyere bi vî rengî qewimîn yekser bi bandor lê bipirse.

Elçî wiha axifî: ’Cara yekemîn e dadgeheke navneteweyî belgeyeke navneteweyî tîne bîra Tirkiyê. Belgeya hiqûqa şer û pevçûnan. Ev gelekî girîng e. Heta niha organîzasyoneke navneteweyî biryarek nedabû ku Tirkiye peymaneke navneteweyî ya hiqûqa şer û pevçûnan bin pê dike. Lewma ev biryar biryareke nû û yekemîn e.’

ANF