Don kîşot di hizrên Cervantes de (Beşa 3)

Govar Ehmed
Di beşa heştem ya bergê duwê ya romanê de Cervantes bi navê Don Kîşotî dest di avêjîte pirseka balkêş û bi devê wî dibêje: ’Pêwîste em herî zû bigehîne gundê Tobozo. Hejayî gutinêye ku gundê navbrî wargehê Dulsîna evîndara wî ye. Ew dibêje ku daxwaz ji nazdara bê wêne Dulsîneya xwe dikim daku li min biburîne û piştî veparîn ji bo awir lêvedan û lutif pêkirinê, ez ji xwe bawerim ku dê bi ser nexuşitirîn arîşeyê de zalbin û çi astengek jî namînin ku li ser rewta me bibe rêgir.
Belê Cervantes nêzîkî pênsed sal berî niha û bi devê qehremanê romana xwe ji me re dibêje; bêyi hebûna xaleka îlhamder, gehişitina armancekê mezin ne hêsane. Bi watayeke din ew me piştrast dike ku bêyi hebûna dilsozî û daxwazeka zêde, ya meḧale bidest anîna armancên mezin û rê pir bi asteng. Her wesa ew dilsoziya zêde ku dibe sedema pêdagiriya bidestanînê, bandora xwe li ser serxistina karên berdest jî dike. Keyfxweşiye ku niha piştî van hemû pêşkeftinan, vêca hindek hozan derketine û vê rastiyê li ser xwe qebîl dikin. Bi teybet heger xala hêzder jin be ji bo mêrekî, yan jî berovajî.
Cervantes di lapera 713 de û di beşa 16 ya bergê duwem a romanê de li ser pirsa ziman ya di dihizra hozan û hozanvanan de jî ji me re lêk vediçirîne. Ew dibêje: ”Homêros ne ji ber Yunanîbûna xwe, bi zimanê Latînî nivîsî. Wîrjêlîş ne ji ber Rumîbuna xwe, bi zimanê Yunanî digot. Bi kurtahî bêjim tevahiya hozanvanên serdemên kevin bi wî zimanî berhemên xwe vedihunîn ku di gel vexarina şîrê dayika xwe lê fêr bibûn û ji bo şirovekirina hizrên hûr û kûr ên xwe neketine pey zimanên din. J
Ji ber vê yekê karê herî rast ewe kû vê kultûrê di nava tevahiya geên cîhanê de bikin yasayeka giştî. Her weha hozanvanên Elmanî biçûk nebînin yan huzanvanên Kastîlî kêm nebînîn, ji ber ku hozana xwe bi zimanê xwe gotine. Heta nabe huzanvanên Bêskay jî bê nirx bibînîn ji ber ku soza dilê xwe bi bi zimanê xwe xwendine.
Li gur min heger îro xemxurên standardkirina zimanê Kurdî bi qasî şiyanên hizra xwe jî dlixaziyê ji ezmûnwergirtina li dîrokê bikin, ne hewceye ku dîvçûnê ji nêrînên zimanasên vî serdemî de bikin, da ne ku ji hzizrên wan negehin. Eve nêzîkî 400 sal berî niha qehremanê me çareseriya pirsa navbirî pêşberî me kiriye. Manê 1209 rûpel ku dike nêzîkî 605 pela, geleke bo romaneka wê demê.
Eve li aliyekî, li aliyê din ne çîrokek, ne perek, ne peregrafek, heta ristek jî tê de nîne heger jê qutbikî bandora xwe li ser tevahiya romanê neke û kirêtî û lawaziya wê diyari neke. Zelaltir bêjîn; ev romana mezin ku 1209 rûpelin, ne çîr dirêjiyek, ne dubarebunek tê de nîne.
Ew her di beşa 16’an de û bi navê Don Kîşotî diaxve û ji necîb zadeyi re dibêje: “niha ku kurê te fêrxazekê başe û li hemî aliyan ve jî amadeye ku xwendina xwe berdewam bike, keyfxuşiye ku kariye ji pileyên serekî yên zanistî, (mebest zimanên kevinin) serkeftiye. Ew dikare bi alîkariya van zimanan bigehîte dawiya wêjeya cîhanê.”
Ji ber ku romaneka gelek dirêje û ewqas jî bi sude, ji ber wê mirov nizane çi jê vexune û çi jê bihêle. Lê ezê bi kurtahî pirseka din bi bîr bixim ku di beşa 16 de û her ji devê Don Kîşutî diaxive ku ji bo roja me ya îro jî gelek giringe. Don Kîşot di vê beşê de di gel Necîbzadê babê fêrxazê wêjiyê diaxive û dibêje: “cenabê Necîbzade her demekê kurê te kete yarîpêkirin û sivik kirina vî û wî, ku berovajiyê rewşit û navê xelkekî bû, wê demê tu dikarî lomeyî wî bikî û wî siza bidî, lê belê heger wek Hurasî hozana bi rexnên xwe ji lawazî û xalên nediyar bi giştî û bi hêz şirove bike û hozanên wî jî wek yên kevinbin, wê demê pîrozbahiya wî bike û wî xelat bike.”
Karekê zehmete ku romannivîsên xudan peyam bikarin hizrên xwe serkeftî di romanê de bidurît. Heger ew yek jî kir, ya bi zeḧmetire ku bikare xwe ji zihayî û xavî û teḧliya ji tamên hunerî biparêze, çare? Çare tenê ewe bi tirsonekiya xwe razî be û ji peyama xwe nedîtîve bê. Yan jî bê aliya xwe jê re diyar bike, yan jî xwe di nava çend peyaman de derbêxe û peyama xwe ya herî balkêş berçav bêxe. Bi wateyeka din; azadiya afrandina çîrok, kurteçîrok, serpêhatî û bi giştî nezîrêt nava romanê li aliyekî, li aliyê din ve têkşêlandina tevahiya van pirsa û xistine nava navendeka hunerî û wêjeyî de ewê sinorê peyamgeyandinê teng bike. Yan jî ewê daxaza nivîskarî ji peyama wî bi eşkereyî derbikeve.
Lê belê Cervantesî di vî warî de hem pir ji buhayê hunerî û hem jî peyama xwe ya bi serkeftî di nava van hemû bûyerên pir bi ken de jî gehandîn. Ew bi taybet wê demê gelek ciwan jî li hev tîne dema ku ḧikmeta afrandina hizra dike milkê Don Kîşotî qehremanê manşê. Bi teybet jî dema ku weke Don Kîşot jî dipeyivîne û asta huner jî weke rastiyek barçav dibe.
Di beşa 17 ya romanê dê Cervantes ji me re dibêje: Dê Don Kîşot rêkim şerê şêra. Her li wê beşê de Don Kîşot navdariyeke din jî bidest dixe û destaneke din ya nemirî tomar dike. Belê êdî ji beşa 17 û wêve ew ne bi tenê qehremanê Manşê ye, yan ne bi tenê qehremanê geroke, yan ne bi tenê qehremanê rûbixeme, belku êdî ew qehremanê şêrkuje jî. Gelo Don Kîşotê çirç û lawaz û bê hêz û pîr û bi sedan ḧutk û pên vêkeftî çawa karî şêrî bikuje? Pirsyareke bi aloze.
Lê belê berya em biçîne ser pirsê û li dûv bersiva wê bikevîn, da bizanîn ku dema Cervantesî pirsa kuştina şêrî, yan em bêjin li hevketina şêrî û Don Kîşotî dixe ber pêlên hizra xwendevanan, wan ber bi çi bê hêviyekê dibe? Ji ber ku rêkek asêye û derkeftin jê re nîne, yek dê yekî bikuje. Lê weke me got; hem nabe ku Don Kîşot şêrî bikuje. Ji ber ku dê wek filma hindî lê bê û hem hêja dema kuştina Don Kîşot jî maye û kes neşêt vê rêka dirêj bêyî wî bimeşe. Vêca gelo dê Cervantes çi rêkekê ji me re rohnî bike bo berdewamiya meşê? Ew piroblem ya wî ye. Lê mafê wî jî nîne ku ji çare vedîtinê de asta romanê jî kêm bike. Diyare ku ew nivîskarekê serkeftiye, lewma ji vê pirsa aloz jî bi serkeftî derbazbû. Belê ewî ji me re got ku şêr ziktêre û yê bixarinê ḧemer bî û her hay ji gef û xwegirjkirina Don Kîşot jî nîne. Bi vî awayî şêrê jî daxwaza nivîskarî bi cîh anî û Don Kîşot jî bi xwe mikure ku navûdengê şêr şkandinê yan şêr kujiyê bidest anî.
Don Kîşot li beşa 21 de dibe qehremanê bi hevgehandina Bazîl û Kîtêriya, herdu dildaran digehîne hev. Ew li hemberî Kamaşê dewlemendê deverê û di roja herî xweş ya wî de yan jî bêjîn di roja şehiya wî de daxazên xwe ji bo zanîna hizrên Kîteryaya bûk venaşêre û piştî derketina Bazîl jî axavtinên xwe dike. Serpêhatiya navbirî eve. Piştî ku bi sedema dewlemendî dewlemendî û bandora civakî ya wî ku weke barek ketiye ser miê Kêtiryayê da ku bihevjîniya Kamaşî razî bibe, di nava xweştirîn şahiya bûkvegûhestinê de, Bazîlê evîndarê Kîtêriyayê derket û piştî zelal kirina rewşê, serê deskê şurê xwe dixe ser teḧtî û sîngê xwe jî bi giranî dixe ser heta li pişta xwe ve derdixe.
Bikurtahî ewê li ser ruḧdanê û yê daxwazê ji amadebûya dike daku rê bidin wî da wesiyeta xwe bike, ku çi nebe bila Kîtêriya di demên ruhdanê de hevjîniya wî belê bike. Bi teybet ji berku wî ji bo evîndara xwe Kîtîriyayê xwe kuştiye. Herkes bêdenge û guhdare. Belê, vêca ji berku tevahiya amedebûyan bi vî helwest û daxuyaniya hestlivînuka Bazîlî dikevine bin bandora pêlên soza evîna wî de, êdî ne tenê birwîdaneka asayî dîtin, heta daxwaz ji Kîtêriyayê jî kirin daku daxaza Bazîlî bi cîh bîne. Piştî ku Kîtêriyayê jî daxwaza emadebûyan bicîh anî, vê carê Bazîl rabû ser xwe û zelal kir ku ya wî kirî çavxapînok anku sêhrekbû ji bo bigehe evîna xwe.
Di dencama dawiyê de her li ser daxaza amadebûyan bi giştî û ya Don Kîşot bi taybetî bi sedema eşkerebûna têkliyên navbera wan, dê avekê ser agirîda bikin û herdû evîndar jî dê bigehine hev. Bi kurtî daxuyaniya qehremanê Manşê jî ya di vî warî de eve: “teḧemulê bikin hevalno, hogirino; bisekinin. Çi sedemnîne nîne ku em bûyerekê siza biden ku ya bi sedema evîniyê hatiye sazdan. Bizanîn û hişyar bin ku evîn û ceng wek hevin û çewa di şer de lîstik û tektîk rewa ye, hema bi mercekî ku badora xwe li ser rûmeta yara delal neke. Teqdîr û îrada Xudayê mezin ku berdewam ya rast û duruste, wisa xwastibû ku Kêtîriya bibe nesîbê Bazîlî û Bazîl jî bibe nesîbê Kêtiryayê. Kamaş jî ku mirovekê dewlemend û xudan şiyane dê bikere bi hêza malê dinê herdema bixwaze ……”. Bi her hal careka din Cervantes di nava girme girma qîje qîja û şeq û şirîqa, mertêl, şerker, şur û tîr û li piştî kavilkirina xweştirîn û mezintirîn ahengê bi rêka axavtinên tevlîhev û têkhelî yekbûyî yên Don Kîşotî ji aliyekî, ji aliyê din ve bi sedema hebûna hêviya bi jiyanê û hezkirina ji mirovan, wê deverê ji cengeka malwêranker difilitîne.