Dozgeriyê sikaleya der barê Mursî de erê kir

Dozgeriyê sikaleya der barê Mursî de erê kir

Dozgeriya komarê ya Misirê daxuyand ku sikaleya der barê serok komarê berî Muhammed Mursî û rêxistina Birayên Misliman de qebûl kiriye.

Dozgeriya komarê ya Misirê bi awayek fermî daxuyand ku sikaleya der barê serok komarê ku bi derbeya leşkerî ji kar hate girtin Muhammed Mursî û rêxistina Birayên Misliman de qebûl kiriye. Li gor daxuyaniyê îdîaya der barê Mursî û Birayên Misliman yê kuştina xwepêşanderan û zirar gehandina aboriya welat, erê kir. Dozgeriyê der barê aliyên ku sikale tomar kirine çi agehiyek neda. Di lîsteya sikaleyê de bi tevê Mursî û serokê rêxistina Birayên Misliman Muhammed Badii, navê 7 kesên din jî heye.

Balkêşe ku piştî bangawaziya Emerîka û hind welatên Rojava yên ji bo serbest berdana Mursî ev daxwaz hatiye erê kirin.

Ji aliyê din ve, li Misirê xwepêşandanên alîgirên Mursî jî bêyî navber didomin.