Dr. Ceren Aktaş: Ji bo ku Hûn Nexweş Nekevin Fêkî Zêde Bixwin

Dr. Ceren Aktaş: Ji bo ku Hûn Nexweş Nekevin Fêkî Zêde Bixwin

Pizîşka Diyetisyen Ceren Aktaş dibêje, ku mirov zivistanan demê xwe zêdetir di hundir de derbas dikin û ev yek jî bi xwe re deriyên nexweşiyan vedike. Aktaş dibêje, ku ji bo pêşîlêgirtina nexweşiyan mîwe (fêkî) û pincar (sebze) zêde bihê xwarin. 

Dr. Ceren Aktaş derbarê xwarin û vexwarina zivistanê de û herwisa xwe parastina mirov ji nexweşîyan de agahî dan PNA’yê.  Ceren Aktaş di guftûgoya xwe de ya bi PNA re bal kişand li ser ewê çendê , ku zivistanan mirov ji ber ku zêdetir wextê xwe di hundir de derbas dikin û bê tevger dimînin, zûtir rastê nexweşiyan tên.

Aktaş ragihand, ku ji ber evê yekê mirov zûtir bi nexweşiyên enfeksiyon ên persîvê dikeve û wiha got: “Ji ber vê yekê beriya ku mirov zivistanê nexweş bikeve, divê mirov vîtamîna C pir zêde bigre. Pirtûqal, mandelîna, greyfûrt ji bo şevên dirêj ên zivistanê pir girîng e. Her wiha ligel van fêkiyan divê pincar, tivir, gezer, kerevîz, spanax, pirasa û kelem jî bê xwarin. Ev sebze berxwedana laşê mirov a li hemberî enfeksiyon û nexweşiyan xurtir dikin.”

Ceren Aktaş, diyar kir ji bo ku zivistanê mirov qelew nebin divê heftiyê du caran xwarinên masî bixwin û wiha axivî: “Çavkaniya herî baş a vîzamîna B’yê roj e. Ji ber evê yekê zivistanê roj zêde bi destê mirov nakeve. Lê dema ku roj derket, muheqeq divê em bimeşin û ji rojê sûd werbigrin. Zivistanan di şûna çay û qehweyê de, divê mirov çayên nebatan, vîtamîna C û bi taybetî jî çaya şîlanê tercîh bike.”

Aktaş da zanîn, ku divê rojê kêmanî 2 lître av jî bê vexwarin û ger ev yek neyê kirin wê çaxê dê nexweşî zêdetir di laşê mirov de derkevin holê.

G.M