Duran Kalkan; Nabe ev Referandûm pêk bê

Duran Kalkan; Nabe ev Referandûm pêk bê


Endamê Konseya PKK û di heman demê de rêvebirê şerê navbeyna PKK û PDK yê sala 2005 ê û pêde Duran Kalkan aşkere gef li referandûma Serxwebûnê ya pêşerojê xwar û got \"Nabê Referandûm pêk bê\"

Endamê Konseya PKK Duran Kalkan bi deng beşdarî bernameyeke TV ya NewsChannel bû û li ser rojevê şîrove kir.

Duran Kalkan piraniya axaftina xwe li ser desthilat û siyaseta Tirkiyê,  partiyên tirkiyê kir. Di berdewamiya axaftina xwe de li ser Referandûma Serxwebûnê ya ku dê di 25 ê Êlûnê li Başûrê Kurdistanê bête lidarxistin axifî.

Kalkan aşkere gef li pêkhatina referandûmê xwar û got; \"Nabe Referandûm bête kirinê\"

Di şîroveya xwe de Kalkan got; \"Referandûm wekî propagandayekê derêxistin, xwestin bandora xwe li hindek derûdoran bikin.\"
Kalkan dîsan mijar bi xwe ve girê da û got; \" Xwestin Referandûmê dijî me wekî propagandayê bikar bînin.\"

Duran Kalkan careka dî rêvebirî, têkoşîn, hêz û hebûna Kurdên başûrê Kurdistanê tune jimart û got; \" Kî biryara vê referandumê dide? Pergaleka Referandûmê pêk bîne tune, demokratiyeka kar dike tune.\"
Duran Kalkan ji bo rêvebiriya başûr jî weha got;\" Revebiriyekê biryarek daye, lê vê revebiriyê destpeşxerî û ferman ji kê girtiye? Ew pergala jê erk wergirtî dikare birêve bibe? Yek ji vana jî tune.\"


Duran Kalkan dîsan gelê Kurd bi xwe ve girê da û got; \"Gelo Erê ya Gelê Kurd wergirtiye? Erê ya Siyaseta Demokratîk ya çar parçeyên Kurdistanê wergirtiye? Kongreya Netewî pêk hatiye? Kî biryara vê referandûmê dide? Peyva\" Ez dê bikim dê pêk bê\" dişibe propaxandayeka teng.\"

Duran Kalkan di dirêjiya axaftina xwe de, têkçûn, rûxandin, tirs û aloziya li bajarên Kurdistana Bakûr û berpirsyariya xwe ya di vê rewşê de dîsan jibîr kir û got; \"Li Bakur hemî hilbijartin Referandûm bûn. Gelê Kurd rayên xwe bi aliyê Azadîyê ve bikar anîn û bi ser ket. Referandûm dengdaneke, kesên vêya dixine rojevê wekî ku qet hilbijartin nekirine. Gelê bakur gelek caran ev pêk anîn. Amedê pêşan da ku keleh û paytexta Demokratiyê ye. Bi dehan car piştrast kir ku nûnerê azadiyê ye.\"

Duran Kalkan dîsan xwe tenê wekî xwediyê Kurdistanê tevî nîşan da û got.\" Kurdistan ne bêxwedîye, ne bêvîn û bêzimane. Vîna xwe jî pêşan daye. Neha jî hindek derketine dibêjîn ne tevayî jî, li yek du bajaran bila îradeya gel xwe pêşan bide. Iradeya gel weha nabe. Kêmasiya vê referandûmê heye. Em neku dijî azadiya gel radiwestin, em tevgera vêya ne ji xwe. Hertiştê me gorî vêya ye.\"