Economist: Tirkiye alîkariya El Qaîdê berdewam bike dê pêvajoya çareseriyê ji rê derbikeve

Economist: Tirkiye alîkariya El Qaîdê berdewam bike dê pêvajoya çareseriyê ji rê derbikeve

Govara Economîst ya Brîtanyayê di nivîseke xwe de diyar kir ku li Tirkiyê hêşta jî gelek rojnamevan di girtîgehan de ne. Economîst di nivîsa xwe de dibêje heger Tirkiye alîkariya komên El Qaîde berdewam bike dê hevdîtinên li gel Abdullah Ocalan jî ji rê derbikevin.

Economist di nîvîsa xwe de li ser pakêta demokratîkbûnê ya Erdogan aşkera kiribû vê pirsê dike: ’Gelo ew reformxwazê mezin dubare vegeriyaye ve?’ Economîst dibêje hêşta jî Kurd bi gûman nêzîkê reformxwaziya serokwezîrê Tirk Erdogan, dibin.

Govar dibêje ku her çend sonda dibistanan li Tirkiyê dihête rakirin û navên gundan yên resen ji nûve didin wan jî rêveberên BDP’ê van gavan nebes dibînin û cîh dide gotinên hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak ku gotibû: ’Vê pakêtê bersiva bendewariyên me neda ye.’

Economist di wê baweriyê de ye ku bi daxuyandina pakêta demokratîkbûnê gaveke rast hatiye avêtin. Lê belê dibêje ku ji ber guhertin di qanûna tekoşîna dijî terorê de nehatiye kirin, hêşta jî bi sedan siyasetmedar û aktivîstin Kurd di girtîgehan de ne.

Govar di nivîsa xwe de dibêje ku wesa dihête çaverêkirin ku Abdûllah Ocalan ji PKK bixwaze ku maweya agirbesta xwe dirêj bikin. Her weha jixwe baskê PKK’ê yê Rojava PYD li dijî komên El Qaîdê di nava şer de ye. Ji ber vê jî zehmeta ku PKK ji nûve bi Tirkiyê re bikeve nava şer de.

Economist dide xuyakirin ku heger Tirkiye alîkariya xwe ya ji bo El Qaîdê nebire, çêdibe ku hevdîtinin li gel Abdullah Ocalan bixetimin.

Economîst vê şîretê li hikûmeta AKP’ê dike; Heger hûn ji bo pêşiya cudabûna Kurdan bigrin alîkariyê bidin komên din, di dîrokê de gelek caran hatiye dîtin ku eve dê karîgeriyek berovajî derbixe holê.

Jêder T 24