Edî bese berjewendiyên tekekesî

Edî bese berjewendiyên tekekesî

 

Piştî vê qatlîma Şengalê, çi kurdekî hestiyar, berpirsiyar û welat parêz heye, dive kumê xwe deynê pêşiya xwe, berjewendiyên xwe bide aliyekî û ji xwe re veya baş bi fikirê? Bizanibe ku waxta kurd yekbûna xwe yî netewî ava nekin tu ewlehîya wan li ser xaka kurdîstanê namênê. Evya kî dibe bila be, hizdikê serok bê, fermandar be, revebir be anjî kesekî ji rêzê be, tu cudahîya wan tuneye. Ditekoşîna kurdan de tê xuyankirin ku tu alîgirê kurdan xuyan nakin û kesek tiştekî ji kurdan re nake, dive kurd bi kêrî xwe werin, serok û rêvebirên kurdan jî, bi rihekî netewî nêzî tekoşîna kurdan bibin. Pêşgotineke me kurdan heye, dibejin ” dive tu pişta xwe bi destên xwe bi xwerênê” Didîroka kurdan de Malbata berzaniyan tu carî bi rihê neteweyî nêzî tekoşîna kurdan nebûne, tenê li berjewendiyên malbata xwe geriyane û bûne sebebên pirrên caran qatlîamên kurdan. Kesek ji malbata berzaniyan re nabêjê têkiliyan bi dewletên derdora xwe re ne deyne û têkiliyên xwe qut bike, evya ne tiştekî raste û yên ku vêya jî bibejê dinava şaşî û xeletiyan de ye. Waxtekî Mesud berzanî got ku ji îro û pêde bila tu kes hêviya birakujîye ji kurdan neke, ew waxtan derbas bûye û bûhûriye. Gelê kurd, ev gotina Berzanî bi şêwazeke kêfxweşî pêşwazî kirin. Mesûd Berzanî dikarîbû ji wan dijminên kurdan, yên ku têkilîyên xwe yî stretêjîk bihevudin re danîbûn re bigota, ez jî wekî we li pêşberî PKK û PYD ê me, lê wekî ku hûn jî dizanin PKK û PYD jî rêxistinên kurdane, min ji gelê xwe re gotiye ez nebim sebebên birakujiyê, ez alîkariya PKK û PYD e nakim, ez dijminahiya wan jî nakim, waye hûn û wan li hev, hûn çi dikin ji hevudin bikin, ez tewqeyî we nabim. Lê ez serokê kurda me, gêl ê min yên mazlum, bêçar û mahsum, li kuderê be bila bê, kêliya ku pêdewiya wan bi min çêbibe ez ê alîkariya wan ya însanî bikim û bi hawara wan ve herim, evya ji kurdan re bes bû, lê Mesûd Berzanî evya jî nekir, kete rê ça dijminên kurdan de û bi wan re meşîya. Waxta ku dilê mitefîke Mesûd Berzanî serok wezîrê tirkan Erdoxan li ser wan zarokên ku ji bonî îskanek av jiyana xwe ji dest didan êşabana, dikarîbû, dinava seate kê de bi helîkopteran av bighandana wan zarokan, lê ez diwê bahweriyede me ku Mesûd Berzanî nizanê divan sêzdeh salên dawî de, Dewleta tirkan ku serokwezîrê wê Erdoxan bû, nêzî 190 zarokên kurdan yên ku temenê wan dibin hijdeh salîde bûn, bi destê polîsên Erdoxan hatine kuştin. Kesên ku zarokên kurdan dikujin, ma wê çawa bi hawara zarokên kurdan ve herê. Pêşiyên me gotine ” çavên ku dijminê xwe nasneke, bila ew çav birije” Dostaniya Mesûd Berzanî û serokwezîrê Dewleta tirkan Tayib Erdoxan jî evya ye.

 

 

Pêdewî pê tuneye ku em malbata Berzaniyan ji serî de lêkolîn bikin. Tenê ez dixwazim bûyerên ku divan çel pênceh salên dawî de ku qawumîne raxim ber çavan. Disala 1964 an de Mele Mistefa Barzanî Jibonî ku mixalifên xwe yên dinava partiya KDP de” ku serokê wê Mistefa Berzanî bû” Îbrahîm Ahmed, Celal Talabanî û Emer Debabe bêbandor bike erîşî ser eşîrên kurdan kir û bi hezaran pêşmerge hatin kuştin. Dîse Mele Mistefa Berzanî di sala 1974 çarande, derkete ser diradyo, gazî pêşmergeyên ku di kozik û çeperandebûn û got ez nema şer ê çekdarî dikim, çi kurdê ku heye bila li çara ser ê xwe binerê, piştî vê bangewaziye, Mele Mistefa Berzanî bi malbata xwe ve reviya çû Îran ê û gel ê kurd ma bi însafa dîktetorê İraqê ve û bi qatlîamare rûbirû man. Jiber ku wê bûyer pirr dûvedirej bibe, em ê diser bûyera kuştina Seîd Elçî, Seîd Kirmizîtoprak, Elî Eskerî, Dr. Xalit Şêx Hisêyn û hevalên wan re bi qavêzin, em ê werin sala 1994 û 1995 baş nayê bira min, ku ez ne şaşbim di wan salande bû, Mesûd Berzanî bi hêzên Sedam re çû ser hêzên YNK ê jibonî ku Hewlerê ji destê YNK ê derxîne, lê baş bû bi rêz Celal Talabanî hêzên xwe bi paşve kişandin û rê li ber birakujiyê girt. Disala 1996 an de Mesûd berzanî bi hêzên Dewlata tirkan re bû yek û çû ser hêzên PKK ê, bû sebebê şehadeta bi hezaran garîla û pêşmergeyan. Diwî wextî de 52 garîlayên PKK yên ku dişerê azadiyê de, li pêşberî dagirkeran birîndar bûbûn û li nexweşxana Hewlerê diman, hêzên Mesûd Berzanî ew 52 şervanên azadiyê yên ku nikarîbûn xwe biparêzin û emanetî wan bûn şehîd kirin. Malbata Berzaniyan leşkerên tirkan bi tenq û topên xwe ve, heya wekî îro jî li ser xaka kurdîstanê, ya ku dibin serwerîya wiya de ye li Bamernê bi cîh kiriye, ev du, sê salin şoreşa rojava ya çekdarî dest pê kiriye, dinava van du sê salên şoreşa rojavade malbata berzaniya ji dagirker û dijminên kurdan bêhtir dijminahiya şoreşa rojava kiriye û ji xwe vaye rewşa başur, îşîd û paşmergan ne hewceyî gotinê ye, li ber çava ye.

 

 

Êdî bese,

 

 

Kesên ku ji xwe re dibejê ez serok û rêvebirê kurda me, dive dev ji berjewendiyên xwe yên malbatî û tekekesî berdê, bi ruhekî netewî nezî tekoşîna gel ê kurd bibe, êdî sebra gel ê kurd nemaye, kêr gihiştiye hestî, gel ê kurd nema vêya qabûl dike. Ez dixwazim minakê kê bi tenê bênim ziman, wî wextî wê hamu tişt werê famkirin, waxta ku malbata berzaniyan xendek dinavbera başur û rojava de dikolan xizmet ji kê re dikir. Li hemberî vê rewşa kolana xendekan ku KCK jî rê ya hevrîşim (îpek yolu), derîyê Xabûr û luleyên petrolê li ser malbata Berzaniyan bi girtana wê rewşa malbata Berzaniya û gel ê başur wêçawa çêbûbane û xizmet ji kê re dihate kirin, divê yek vêya baş bi fikirê. Ruhê netewî dive xwe nêxê xizmeta dijmînên kurdan de. 

11.08.2014