Êdî nivîsên nivîskarê Kurd Kakşar Oremar di Rewanbêj de ne

Nivîskarê Kurd yê pênûsbihêz, Kakşar Oremar bi salane, bi gelik karê xwe yê lêkolîn, dazanîn, wêje, şirove, rexne, dîrok û hwd. dewlemendiyeka mezin tevlî çand û huner û wêjeya Kurdî dike. Nivîskarê Kurd Kakşar Oremar li gel kar û hewldanên xwe yên Kurdewarî, çalekiyên çand û huner û wêjeyî di heman demê de bi pênûsa xwe ya bihêz jî hizrekî vekirî bo xwendevanên xwe rave dike. Êdî ji neha û pêve hun dê karibin van nivîsên giring di malpera me rewanbej.net de jî bixwînin.