Efrîn Bi Ser Ket

Zêdetir ji 16 rojan e ku artêşa Tirkiyê ya dagîrker ji çar milan ve êrîşî Efrînê dike. Tirkiyê tevahiya sergo û gemara Sûryayê li dorhêla Efrînê kom kiriye. Çekdarên tundrew ên deverên Idlib, Heleb, Hema û Dêra Zorê dane hev û ew tûj û handêr kirine.
Bi qasî hejmara welatiyên Efrînê tank û top hatine hinartin. Firokeyên Tirkiyê bi qasî hejmara darên zeytûnan top û bumbe li Efrînê barandine. Hemî kom û taximên ku di warên leşkerî de pispor in, aniha xwe li dora Efrînê rapêçane. Herî kêm, 40 hezar çekdar ji komikên rikberiya Sûrî û ji artêşa Tirkiyê di vê operasyona dagîrkirinê de beşdar in.
Tirkî bi hêza xwe ya leşkerî welatê duyan di NATOyê de ye û yek ji welatên herî bihêz ên dunyayê ye. Ev heye 600 sal ku hukim û desthilata Tirkiyê li dar e.
Li aliyê din; li vî milî.
Rêveberiya Xweser li Herêma Efrînê ji 5 salan ve ava bûye. Hejmara şervanên ku aniha tê de şer dikin, ne zêdeyî 10000 şervanî ye û eger hin caran di medyayê de hejmareke ji wilê zêdetir bihête gotin jî, tenê ji bo moraldayîn û hin taybetiyên şer e. Ji çekên sivik pê ve, tu tank û firokeyên kurdan li Efrînê tune ne. Di qada nêvdewletî de jî, Fransa û Elmanya ne tê de, hemî zilhêzên cîhanî kumên bênamûsiyê keşandine serê xwe û wekî ku tiştek nebûye, xwe bêdeng û bêhay kirine.
Belê, ya rast ew e ku gelekî şerm e em danberheviyê di navbera hêzên kurdî li Efrînê û hêza dagîrkeriyaTirkiyê de bikin. Ji ber ku ji aliyên leşkerî û teknîkî ve tu hevsengî di navbera wan de tune ye. Lê belê efrînî xwedî maf in û tirk dagîrker in, efrînî xweparêz in û tirk êrîşker in, efrînî mêrxas in û tirk newêrek in...
Tevlî vê ferq û cudahiya ku ne tê kêşan, ne jî tê pîvan, Tirkiyê di êrîşa xwe ya bi dirêjahiya 16 roj û 16 şevan de, tenê derdora 15 gundan bi dest xistine û hêj 350 gund û derdora 10 bajarokan di dest kurdan de ne..!
Ji vê yekê zêdetir, belku hetanî aniha 10 tankên Tirkiyê hatine peqandin, balafireke çavdêriyê hatiye têkbirin, bi dehan erebe û maşîne hatine rûxandin û bi sedan ji çekdarên Tirk û Sûrî hatine kuştin. Û ha niha miletê Efrînê daketiye kolanan û bi dengekî bilind bang dike: \"Em ê bi ser bikevin\".
Heçî çekdarên Sûrî ne, hem bi tîpa xwe, hem jî bi kiryarên xwe durindetirîn mexlûqatên cîhanê ne. Çekdarên Tirkiyê ji sedên salan ve di nava xwe de dikelin, disincirin, dikin û nakin kurd li hember wan serî natewînin. Îcar berxwedan û xweragirtina xelkê Efrînê, ew dagîrkerên êrîşkar tengijandin û hemî hesabên wan li bin guhê hev xistin.
Erdoganî di destpêka êrîşê de digot tenê 7 se\'etan moletê bidin min, ez ê têkevim nêva bajarê Efrînê.
Vê yekê kir ku êdî Tirkî ter û hişk pêk ve bide ber êrîşa xwe û herî pêşîn bêguneh û sivîlan armanc bigire.
Lê car dî tiştek qezen nekirin. Zarok û pîr şehîd kirin, xanî û mal wêran kirin, binesazî û avahiyên giştî rûxandin, goştê dîlgirtiyan qelaştin û pêsîrên jinan jêkirin, lê çavên efrîniyan neşikandin.
Eger em vê berxwedanê bipesinînin û rastiya wê vebêjin, gelo dê navê wê ne SERKEFTIN be?
Ji serkeftinê pê ve ez tiştekî din nabînim.
Berxwedana Efrînê li dar e û her ku diçe gurtir dibe.
Lê divê ku tişt bi mentiqî bêne nirxandin; eger hêzên nêvdewletî di vê bêdengiya xwe de bimînin û Tirkî di domandina vê êrîşî de rijd bimîne, dibe ku encamên nebaş û dilsoj bêne dîtin. Hêza kurdan ta rêjeyekê ye û tenê ew çiyayên berz, pişta wan in.
Lê eger Tirkî derbasî bajar û bajarokên Efrînê bibe û serkeftina xwe jî ragihîne, dê tu caran bi hêsanî nefilite û dawî li hêrs û xweragirtina efrîniyan neîne; dê berxwedan û nêçîra roviyan heta hetayî berdewam be.