Efrîn rabû ser piyan!

Efrîn rabû ser piyan!

Li Rojavayê Kurdistanê bajarê Efrînê bi deh hezaran kes ji bo êrîşên enîyên îslamî şermezar bikin rabûn ser piyan û meşiyan.

Li gor nûçeya ANF li bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê bi deh hezaran kes ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî herêmên Cizîrê, Serêkaniyê, Til Temir, Çelaxa, Dêrik û Girê Spî daketin qadan. Meş li ser banga Înîsiyatîfa Gel hate li dar xistin.

Li gorî nûçeyê ji 7 navçe û 365 gundên Efrînê tevlîbûna meşê pêkhat. Di dema meşê de tevayî kolan û rê ji hatinûçûnê re birîn û dikkandaran dikkanên xwe venekirin.

Meşa bi qasî saetekê ji rêya Raco destpê kir û heta peykerê Kawayê Hesinkar berdewam kir û ji girseyê re axaftin hatin kirin. Di axaftinan de armanca êrîşan û pêvajoya ku wan êrîşan destpê kir hat destgirtin. Di meşê de her wiha hişyariya ku pêwîst e kesek hesaban li ser Şoreşa Rojava neke ku hat kirin ji banga seferbertiyê ya ji bo parastina şoreşê re girseyê bi yek dengî  got, “Em amade ne”.

Di çalakiyê de ciwan, jin, pîr û kal gelek kes derketin ser kursî û dan xuyakirin ku ji bo parastina gelê xwe û şoreşê beşdarî seferbertiyê bûne.

Di çalakiyê de hejmara zêde ya jinan bal kişand.

Jêder ANF