Metirsiya bidarvekirina girtiyekî Rojavayê Kurdistanê li Îranê

Li gor zanyariyên Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê girtiyê siyasî yê Kurd Kemal Hesen Remezan bi eslê xwe ji bajarê Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê ku hukmê bidarvekirinê jê re hatiye birîn bi nameya Liqa 9 a Dadyariya cîbicîh kirina hukmên girtîgeha bajarê Urmiyê bo cihekî nediyar hatiye veguhestin.
Ligor zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê veguhestina girtiyên siyasî bi wî awayî bi egereka zêde ji bo bidarvekirinê pêk tê.
Di heman demê da beşek çalakvanên mafên mirovan yên Kurdistanê ji rêxistin û çalakvanên cîhan û Kurdistanê daxwaz dikin ku li hember meseleyên wiha bêdeng nemînin.