Ehmed Tuhma: Civaka Sûriyê grûpên radîkal qebûl nake

Ehmed Tuhma: Civaka Sûriyê grûpên radîkal qebûl nake

Serokê hikûmeta demkî ya opozîsyona Sûriyê Ehmed Tuhma diyar kir ku, eger çareseriya siyasî li Sûriyê dereng bimîne dê rê li ber pirsgirêkên mezin vebe. Tuhma her wiha ragihand, civaka Sûriyê grûpên radîkal qebûl nake.

Ehmed Tuhma di hevpeyvînekê digel rojnameya Şerqulewset de ragihand ku, pirsgirêka grûpên radîkal dê bi biryareke navdewletî bi dawî were.

Tuhma her wiha got, eger civaka navdewletî biryara çareserkirina kirîza Sûriyê bide, wê demê hikûmet dê karê xwe bike û dê bikaribe 3 çaryekên kesên ku tevlî rêxsitina Dewleta Îslamî li Iraqê û Şamê bûne, vegerîne.

Serokê hikûmeta Demkî bal kişand ku piraniya wan kesan ji ber hejarî û pêwîstiyên jiyanê tevlî grûpên radîkarl bûne, lewma eger hikûmet xizmetguzariyan bide wan, dê ji nav wan grûpan derkevin.

Ehmed Tuhma tekez kir ku, civaka sûrî, grûpên radîkal qebûl nake, ji ber wê jî şanda mayîna wan nîne.