El-Nusra: 2 kurd bi topên hawanê înfaz kirin

El-Nusra: 2 kurd bi topên hawanê înfaz kirin

Çeteyên Cebhet El-Nusra 2 welatiyên kurd ên ku bi kamyona xwe ji Şamê dihatin, piştî ku şelandin, dîsa li kamyonê siwar kirin û bi topên hawanê, bi awayekî hovane înfaz kirin.

Li gorî agahiyên ku şahidên bûyerê dane, welatiyê bi nave Azer Mihemed Elî Kurimî ku di şîrketa Ciwan a barkêşî û rêwiyan de ajokariyê dike û ji bajarê Hesekê ye, di 8’ê mijdarê de bi kamyonê ji Şamê ber bi Qamişlo ve derket rê. Elî Kurimî dema derdikeve rê welatiyekî din ê kurd ku navê wî nehat hînbûn girt cem xwe.

Azer Mihemed Elî Kurimî dema tê bajarê Reqayê ji ber rewşa şer û pevçûnan şevekê li wir dimîne. Eli Kurimî û hevalê xwe di 10’ê Mijdarê (duh) ji Reqaşê ber bi Qamişlo ve derket rê, lê di navbera Reqa û bajaroka Ên Îsa de ji aliyê çeteyên El-Nusra ve hatin rawestandin.

Li gorî çavkaniyên herêmî çeteyan pêşî El Kurimî û hevalê wî şelandin, her wiha kamyona wan vala kir û piştî herdu welatî dîsa li kamyonê siwar kirin. Çeteyan piştre jî xwest ku welatiyên kurd wesayîta xwe bajon.

Li ser vê yekê herdu welatî bi kamyonê birê ketin, lê vê carê çeteyan bi topên hawanê kamyona wan kirin hedef. Di encama êrîşa çeteyan de kamyon hate teqandin û herdu welatî jî hatin înfazkirin.

Cenazeyê Azer El Kurimî û hevalê wî ku perçe perçe bibûn, piştî êrîşa çeteyan ji aliyê rayedarên şîrketê ve anîn Hesekê û li wir hatin definkirin.