Elmanya li himber MIT a Tirkî helwestê xwe danî

Elmanya li himber MIT a Tirkî helwestê xwe danî

Piştî belavbûna dengê kujerê sê jinên Kurd li Parîsê Omer Guney, welatên Ewrûpa ketin nava tevgerê de û li ser rastîbûna vî dengî rawestiyan.
Li gorî nûçeya ku dihonê di kovara siyasî ya Elman Der Spiegel û malpera wan ya rojane Spiegel Polîtîk de hatî belavkirin, Saziya Nihênî ya Elmanya piştî belavkirina dengê Omer Guney li gel berpirsên MIT ê ketiye dûv zelalkirina rewşê de û gihaye wî encamî ku têkiliya MIT a Tirkî bi kuştina li Parîsê ya 3 jinên Kurd ve heye. Nûçeya Der Spiegel de weha tê gotin; Kuştina 3 aktivist an jî çalekvanên Partiya Karkerên Kurdistan PKK rayedarên ewlekariyê yê Elman xistin nava şik û gûmanê de. Li gorî zanyariyên SPIELGEL ê belge û dengên hatî belavkirin hatine vekolîn û peywendiya MIT ê li gel bûyera kuştina sê jinên Kurd li Parîsê hatiye dîtin. Di belgeyan de aşkere bûye ku -tunekirina- çalekvanan bûye mijara axaftinê û veya jî aşkere kiriye ku berê gumanan dikeve ser MIT a Tirkiyê.
Nûçeya Der Spiegel ê weha berdewam dike; Eger ku di encama lêkolîna Fransa de jî rastiya bûyerê bête destnîşankirin,  dê wê demê piştrast bibe ku Saziya Nihênîya Tirkî MIT bûyereka kuştdar li Ewrûpa kiriye û ev yek dê teqandinekî siyasî ya mezin çêbike. Ji ber vê yekê ji neha ve Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoxan di bin helwestê giran yê siyasî de ye. Wekî dîtir jî dê Kurdên ku li Ewrûpa dijîn bêhtir hêrs bike.
Di nûçeya Der Speigel de tê diyarkirin ku ji ber vê gumana ku sê çalekvanên PKK ji aliyê MIT ê ve hatine kuştin Saziya Ewlekariyê ya Elmanya peywendiyê xwe li gel MIT ê bi sînor kirin. Û di nûçeyê de xala herî giring ku di dawiyê de hatiye diyarkirin ewe ku Saziya Ewlekariya Elman dibêje ku dema agahiyan di derbarê çalekvan û endamê PKK de didin MIT a Tirkiyê dê – Bi taybet- hişyar bin.

 

rewanbej.net