”Em dê pêşwaziya birêz Barzanî bikin”

”Em dê pêşwaziya birêz Barzanî bikin”

Hevserokê KCD Ehmed Turk diyar kir ku dê serdana Barzanî ya ji bo Amedê ji bo çareseriyek mayînde dê bibe peyameke giring.

Nîqaşên der barê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo Amedê berdewam dikin. Sebaret vê mijarê Hevserokê KCD Ehmed Turk axivî û got ku ew serdana Barzanî ya ji bo Amedê ji bo vê pêvajoyê giring dibînin.

Çav li rêye ku serokwezîrê Tirk R Tayyîp Erdogan û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja yekşemê serdana şaredariya bajarê mezin ya Amedê jî bikin. Ehmed Turk der barê yekê de jî got: ” Ev biryar ji bo vê pêvajoyê pir giringe. Em bi wate dibînin. Ev serdan ji bo çareseriyek mayînde dê bibe peyamek giring. ME jî divê em pêşwaziya brêz Mesûd Barzanî bikin. Lê vê gavê bernameya me hê jî ne diyare.”

Ji aliyê din ve nehate gotin ku ka dê Erdogan kîjan demî bihête Amedê.