Emerîka balyozxaneya xwe ya Bexdayê digre

Emerîka balyozxaneya xwe ya Bexdayê digre
Wezerata karên derve yê Emerîkayê roja pêncşemê ragihand ku dê ew ji ber metirsiyên ewlekariyê ji roja yekşemê û pêve balyozxaneyên xwe yên li Bexda, Ebo Dabî û Qahîra yê bigre.
Berdevka wezerata karên derve ya Emerîkayê Marî Harf ji rojnemavanan re ragihand ku wezerata Karên derve bo çend balyoz û nûnertiyên Emerîkayê ên li derve perspektîf birêkiriye ku roja yekşemê an ku 4 Tebaxê deriyên xwe bigrini Marî Harf diyar kir ku wan ev yek ji ber metirsiyên ewlekariyê kiriye.
Tê zanîn ku di meha remezanê de rûdanên teqîn û êrîşan li Îraqê zêdetir bûn û Neteweyên Yekbûyî jî diyar kir ku di meha Tirmehê de hejmara miriyan ji hezar kesan derbas kiriye. Ji aliyê din ve xwepêşandanên li Misirê jî berdewam dikin û di nava hefteyê de artêşê gule reşandibû li ser xwepêşanderên alîgirên Mursî û 200 kes hatibûn kuştin.