Emerîka ji ber agehiyên hikımeta Rojava nîgerane

Emerîka ji ber agehiyên hikımeta Rojava nîgerane

Wezareta karên derve ya Emerîkayê daxuyand ku agehiyên ku dibêjin Kurd dê li Suriyê hikumetekê ava bikin wan nîgeran dike.

Rawêjkarê wezareta karên derve yê Emerîkayê Jeb Psakî diyar kir ku PYD li Suriyê îlana hikumetekê Kurd dike, ev agehî wan gelek nîgeran dike. Psakî da zanîn ku beyankirina hikumeta Kurdî dê li Suriyê arîşeya ni nevbera Kurd û Ereban de zêde bike û rê bide ku kesên alîgirê şîdet û tundiyê jî ji vê yekê mifayê bigrin. Psakî got dê ev rewş jî bibe bingeha provakasyonan. Ji ber vê jî Emerîka ji ber van agehiyan nîgeran dibe.

Li go nûçeya Ajansa Anatolyayê rawêjkarê karên derve yê Emerîkayê Psakî di civînekê çapemeniyê de diyar kir ku ew pevçûnên di nevbera YPG’ê û El Nusra de dişopînin û der barê pevçûnan de agehiyan komdikin. Psakî  destnîşan kiriye ku ji ber aloziya û bê îstîkrariya li Suriyê belavbûna van pevçûnan di rojeva wan de ye û gumanên wan ji vê rewşê heye ku dê qeyranê kurtir bike.

Rewanbej.net