Emerîka Konsolxaneya xwe ya Edenê vala kir

Emerîka Konsolxaneya xwe ya Edenê vala kir

Emerîka ferman da ku ji bilî karmendên rewşên lezgîn, xebatkarên dîplomasiyê yên li Edeneyê, bi tevê malbata xwe ji herêmê vekêşin.

Beriya ku senatoya Emerîkayê ji êrîşa li dijî Suriyê desturê bide koşka spî, rêveberiya Washingtonê sibeha roja înê belavokek weşand û daxwaz kir ku karmendên konsolxaneya li welatên Tikriye, Lubnan û Îraqê ji bilî yên rewşên lezgîn, bihêne valakirin. Her weha welatiyên Emerîkî jî der barê geşta van welatan de hatine şiyar kirin.

Di belavokê de hatiye gotin ku li ser welatiyên li Tirkiyê dimînin metirsiya êrîşê jî heye û weha hatiye gotin: ’Me divêt welatiyên Emerîkî ji xwepêşandanan û ji civînîn girseyî dûr bisekinin. Xwepêşandanên aşitiyê jî dibe ku vegerin tundiyê.’ Her weha ji bo rewşên lezgîn jimareyên telefonê, navnîşanên înternetê jî ahtine destnîşan kirin.

Li gel Tirkiyê wezareta karên derve yê Emerîkayê daxwaz kir ku dîplomatên Lubnanê jî ji vî welatî derbikevin.

Li gor rayagiştî eve pêngavên destpêkê yên ji bo amadekariya êrîşên li ser Suriyê ye.

Rewanbej.net