Emerîka Mûrsî jî Erdoxan jî naxwaze

Emerîka Mûrsî jî Erdoxan jî naxwaze

Di malpeekê Rusî de dariştina pisporê Rojhilata Navîn Stanislav Tarasov hate weşandin û Tarasov di nivîsa xwe de geşedanên li Tirkiyê, Misir û Suriyê dinirxîne û îdîa dike ku sêgoşeya Misir-Tirkiye-Qatarê têk çû.

Malpera navdar ya Rusî iarex.ru ku der barê Rojhilata Navîn de lêkolîn û analîzan dike nivîsek sebaret bi polîtîkaya derve û nevxwe ya Tirkiyê weşand. Nivîsa ku ji aliyê pispor Stanislav Tarasov ve hatiye nivîsandin bi sernivîsa ’Erdoxanî bo kabîsa Ereban amade dikin’ hate weşandin. Di dariştinê de nivîser îdîa dike ku îtîfaqa sê alî ya Tirkiye, Misir û Qatarê têk çû. Tirkiye di polîtîkaya derve de nêzîkatiyên nakok beramber Suriyê û Misirê nîşan da.  Piştî rûdanên Parka Geziyê Emerîkayê Erdoxan jî xiste lîsteya reş.

Nivîs weha berdewam dike: ’Enqere sebaret bi derbeya li Misirê daxuyanî belav dike û dibêje artêşê destdirêjiya serok komarê bi dengdanên demokratîk hatiye hilbijartin, kiriye. Lê der barê serok komarê Suriyê de jî senaryoyên ne demokratîk hildibijêre.

Çend roj berê Qatarê pîrozbahî ji serok komarê nû yê Misirê re hinart. Îmarat û Suudî jî heman awayî pîrozbahî şandin û daxuyandin ku ew dişên 8 milyar Dolar harîkariya bêyî beramber bidin Misirê. B

vê awayî sêgoşeya Misir-Tirkiye-Qatarê têk çû. Li vê derê yê ku veder bûyî Tirkiye ye. Sedema vê ya giring jî ewe ku AKP dixwest wesfê xwe yê serokatiya herêmê saxlem bike û bi rêya Birayên Mislima li ser welatên kendavê fişarê dirust bike. Ev hewldan bê encam ma. Niha jî di herêmê de metirsiya tenêmayîna Tirkiyê di rojevê de ye.

Ya diyar ewe ku Emerîkayê ku nexwest di rûdanên Parka Geziyê de harîkariya hikumeta Erdoxanî bike, çawa hîna serê serok komarê berê yê Misrê Muhammed Mursî, heman awayî Erdoxanî jî ji ber çavê xwe lade.

Piştî hilbijartinên serok komariyê yên li Qatar, Îmarat û Suudiyê ka gelo dê Tirkiye kîjan ji wan pîroz bike?

Rewanbej.net