Emerîka zelalî bi helwesta xwe ya himber rewşa Misrê anî

Emerîka zelalî bi helwesta xwe ya himber rewşa Misrê anî

Emerîka helweste xwe yê dijî rewşa Misrê zelal derbirî.

Ji destpêka alozî û destserdana artêşê li ser komarê ve Emerîka têgeha desteseriya komarê bikar neêna û ji herkesî cudatir helwestekî nerm didanî.

Ji berê ve Emerîka di cîhanê de pirtirîn welatê ku arîkarî didayê û hîna jî dide Misir e.

Ji sala 1979 ê ve WYE(Welatên Yekgirtî yên Emerîka) arîkariya dirafî dide Misrê. Her sal Misir ji Emerîka 1,5 Milyar dolar arîkarî werdigre. Ji vê arîkariya ku diçe vî welatî 1,3 milyar ji xwe ji artêşa Misrê re diçê. Li ligorî yasayên Emerîka nikare arîkariya welatên ku destdanîna ser komarê çêdibe bike. Di serî de ev yek û ji ber gelik sedemên dîtir girêdaneka dijwar di navbera Emerîka û kesên serdestên komara Misrê de tê çêkirin.

Berdevkê Qesra Sipî Jay Carney di barê ku emerîka vê rewşê wekî destdanîna ser komarê binav nake şirove kir.

Di daxuyaniya xwede Carney anî ziman ku di binavkirina rewşêde ew nikarin zû biryar bidin û xisarê bighînin berjewendiyên xwe. Carney vekirî diyar kir ku ev rewş divê bi nermane bête meşandin u di heman demê de “Birayên Misilman” jî şermezar kir.