Emrîka: Pirsgirêka Kurdan li Sûriya destûrî ye

Emrîka: Pirsgirêka Kurdan li Sûriya destûrî ye

Derbarê ragihandina rêveberiya Demkî li Rojavayê kurdistan’ê,balyozê Emrîka li Dîmeşqê Robert Ford di hevpeyvînekê de digel Rojnameya Şerqulewset raghihand ku, welatê wî piştevaniya yekparçeyî yaaxa Sûriyê deike û diyar dike ku,Kurdên Sûriyê zehmetiyek mezin ji destê rêjîma Esed dîtine, lewrahêsane ku,lewra hêsane ku têbigihin jib o çi Kurd daxwaza guherînê dikin û hêvî dikin ku Kurd li Rojavayê Kurdistanê vê çendê bizanibin ku arîşeya serekî ya wan rêjîma Esed e.

Wî berpirsê Emrîkî amaje bi wê yekê kir ku arîşeya Kurdan arîşeya destûrê ye û pêdîviya tevaya xelkê Sûriyê heye ku gotûbêjan li ser bikin û çê nabe bi rêbazekî yekalî bê çareserkirin.

Navbirî diyar kir ku wesa başe ku Kurdên Sûriyê li ser serkeftina şoreşa Sûriyê û opozisyona nerme pêdagirbin, piştre jî arîşeyên destûrî çareser bikin.