Encamê hevdîtina Serok Barzanî û Malikî ji bo çapemeniyê hate ragihandin

Encamê hevdîtina Serok Barzanî û Malikî ji bo çapemeniyê hate ragihandin

Îro piştî tewaw bûna kombûna navbera wan, her yek ji Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û Nûrî Malikî serokwezîrê Iraqê beşdarî di pres konfransekê de kirin û li ser mijarên kombûnê zanyarî dan rojnamevanan. Her du alîyan di evê pres konfransê de, di bareya pirsên weke neft û gaz, madeya 140, hêza pêşmerge, mijara bi parêzgeh kirina Helebce û çend mijarên din qise kirin.

 

 

Di bareya mijara girêbestên neftî de, Nûrî Malikî serokwezîrê Iraqê amaje bi ewê çendê kir, ku ev arîşeyên niha hene, heger niha jî negihîjin çareserekê, hewl dê berdewam bin bo çareserîya arîşeyan. Di abreya hêza pêşmerge de jî Malikî got:´´ hêza pêşmerge hîç giriftek nîne û bi rêkevtin ligel herêma Kurdistanê guftûgoyeke zêdetir li ser dihê kirin.´´

 

Di pres konfransê de Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê di bareya serdana Nûrî Malikî de ya bo herêma Kurdistanê xoşhalîya xwe nîşan da û hêvî xwast, ku ev serdan bibe hevîna pêşkevtina rewşa siyasîya Iraqê û çareserîya arîşeyan.

 

Serokê herêma Kurdistanê herwisa hêvî jî xwast, ku ´´ li cihê serhildana arîşeyên din, pêywîste em hemû vegerîne bo destûrê ku çareserîya hemû arîşeyan diyar kiriye.´´ Di bareya avakirina komîteyên karî di navbera Hewlêr û Bexdadê jî bo çareserkirina arîşeyan, serokê herêma Kurdistanê ragihand, ku ev komîteyên di navbera Hewlêr û Bexdadê de hatine pêkanîn, bi mebesta binbir kirina arîşeyan, karûbar û çalakîyên xwe zêdetir bi cih bihînin.

 

Di bersiva pirsyarekê de sebaret bi mijara bi parêzgeh kirina Helebceyê de Nûrî Malikî got:´´ Helebce weke bajarekê gelek qurbanî daye û ji ber wê jî xelkê evê deverê hêjayî ewê çendê ne ku ji alîyê madî û meinewî ve bihêne qerebûkirin û ez û kabîneya xwe, me hîç giriftek û rgçêgirîyek nîye bo bi parêzgeh kirina Helebceyê.´´

 

Sebaret bi serhejmarîya giştîya Iraqê û sînorê parêzgehên Iraqî jî serokwezîrê Iraqê ragihand: ´´qanûna sînorê parêzgehên Iraqê li parlemanê hatiye pesendkirin û ji alîyê serok komarê Iraqê ve jî hatiye îmzakirin û hevdem ligel ewê jî, rêkarên encamdana serhejmarîyê, karê hûr bo dihête kirin.´´

 

Di beşeke din a evê kongreya rojnamevanî de, serokê herêma Kurdistanê ragihand, ku bi mebesta çareserîya arîşeyan, amade ye serdana Bexdadê bike û Nûrî Malikî jî vexwîne bo serdana herêma Kurdistanê nek bo serdana Hewlêrê, belku bo serdana hemû nawçeyên Kurdistanê.

Çavkanî: Peyamner.com