Encamên hilbijartinan piştî 5 roj din aşkira dibin

Encamên hilbijartinan piştî 5 roj din aşkira dibin

Li herêma Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê îro bi rêve çûn. Li gor daxuyaniya komîsyona bilind ya hilbijartinan rêjeya beşdarbûna hilbijartinan pir bilind bû. Endamekê komîsyonê jî diyar kir ku dê encamên hilbijartinê piştî 5 roj din aşkira bibin.

Li herêma Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê bi dawî bûn. Her çend arîşeya cihazên hilbijartinê yên elektronîk li gelek deveran bibe cihê rexneyê jî lê bi giştî hilbijartin di hewayek aram de bi rêve çûn. Endamê komîsyona bilind ya hilbijartinan Sîrwan Ehmed bo ajansa PNA daxuyand ku îro piştî xilasbûna dengdanan dê deng bêne cûda kirin û encam jî dê piştî 5 roj din bêne aşkerekirin.

Ehmed got ku piştî ku hemû formên li bajaran hatine kom kirin dê hemû denl li navendekê bêne hejmartin. Biryar ewe ku 26 Îlonê encamên giştî bêne aşkira kirin.

Hilbijartinên herêma Kurdistanê îro danê sibê destpê kir û bi giştî mafê 2 milyon û 818 hezar û 699 kesan ya bikaranîna dengan hebû.