Encumena Navendî a YNK`ê banga piştevaniya doza Kurd li Rojava kir

Encumena Navendî a YNK`ê banga piştevaniya doza Kurd li Rojava kir

Sekreterê Encumena Navendî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ragihand ku pêwîste Encumena Navendî rola xwe aktîv bike ta yekîtiya rêza YNK`ê biparêze û rê li ber ti belafbûnê veneke.

Sekreterê Encumena Navendî Alid Murad di gotarakê de, di civata 52 ya Encumena Navîndî ya YNK`ê ku ev 2 rojin li Silêmaniyê li avahiya polîtburoya YNK`ê lidare,  diyar kir ku divê encumena navendî ji bo rêzên nava Partiyê biparêze xwediyê rolekî aktîv be û nirînan û pêşniyariyan weku plan û program ji kongira pêş ya biryare di manga Çile de lidarkeve pêşkê bike.

Her wiha 52 civata encumena navendî a YNK`ê derbarê gûftugohên û nixandin di civatê de libarê rewşa siyasî û pêşkerinên lidardikevin  beyan nameyek ji bo raye giştî ragihand û di beyan nameye hewlsetinên xwe diyar kir.
Di beyan nameyê de Encumena Navandî di serî de diyar kir ku dê her ewê ji bo yekrêziya refên YNK`ê û serkeftina Kongira 4 di tevgerê de bine, her wiha ew ê li gorî biryarên Pilunyomê bi hevrêziya ligel Desteya serkirideyetiyê û Encumen Navendî û saziyên Partiyê en din darbarê beşdarbûna di hikûmetê de kar bikin.

Di beyan nameyê de encumena Navendî bang li hemû sazî û dezgehên YNK`ê hate kirin ku kongireyên xwe ên teybet li gorî peywera navxweyî berya lidarketina kongira çarem  lidarxînin, Encumena Navendî diyar kir ku ew ji aliyê xwe piştevaniya her reformekê dike ku di xizmeta YNK`ê de ye û yekrêziya YNK`ê diparêze.

Her wiha hate diyar kir ku Encumena Navendî ked û xebata nûnerên YNK`ê ên di Parlamantoya Êraqê de cih digirin, ji ber parstina mafên rewa ên welatiyên Kerkûkê giran biha dinixîne. Di beyan nameyê de hate ragihandin ku Encumena Navendî dîsa piştevaniya xwe ji bo tekoşîna Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û perçeyên din ên Kurdistanê radighîne, û bang  li hemû aliyan dike çi Partî bin yan hikûmeta Herêma Kurdistanê be ku her hesaniyekî nîşanî Kurdên rojavayê Kurdistanê bidin.

Di dawiya beyan nameyê de encumena Navendî diyar kir ew  her tewanbariyeke ne dirust li dijî sekreterê Encumena Navendî yê YNK`ê Adil Murad şermezar dike.

PUKmedia