Encûmena Niştimanî û ya Gel civiyan li Qamişlo

Encûmena Niştimanî û ya Gel civiyan li Qamişlo

Duh 30/11/2013`an danê êvarê li bajarê Qamişloyê li navenda PYD’ê herdu encûmen ya ( Gel a Rojavayê Kurdistan û ya Niştimanî a Kurd li Suriyê) li hev civiyan û xebatên kongireya Cinêv-2 û Desteya Bilind a Kurd û rêveberiya demî nirxandin.

Li gor nûçeya ajansa ANHA`yê, di civîna ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat de, nûnerên herdu encûmenan têde amadebûn biryar hate girtin ku xebatên Desteya Bilind bê aktiv kirin û ji bo xebatên civîna Cenevreyê şandeyek bê avakirin.

Nûnerê TEV-DEM`ê dr. Ebdulkerîm Omer derbarê civînê de ji ANHA’yê re ragihand ku, civîn li ser daxwaza wan di çarçoveya nîqaşên civîna Cenevre-2, aktîvkirina xebatên Desteya Bilind a Kurd û rêveberiya demî de pêk hatiye.

Dr. Omer destnîşan kir ku wan di civînê de li ser girîngiya yekdengiya Kurdan a ji bo civîna Cenevreyê nîqaş meşandine û di dawiyê de de jî biryar girtine ku têkildarî mijarê şandeyek hevbeş ava bikin.

Nûnerê TEV – DEM`ê anî ziman ku di civînê de li ser xebatên Desteya Bilind jî hatiye rawestîn û biryar hatiye girtin ku di dema pêş de xebatên Desteya Bilind bi awayekî lezgîne bêne aktîvkirin.

Derbarê xebatên rêveberiya demî de jî Dr. Ebdulkerîm Omer got: Xebatên rêveberiya demî li ser esasê hemû nîştecîhên herêmê pêk tên. Lewre xebatên rêveberiya demî di bingeha xwe de xebatên Sûriyek demokratîk in.”

Omer herî dawiyê diyar kir ku wê xebatên wan ji bo her sê mijara di dema pêş de jî bên berdewamkirin.