Endamên FEMEN Serok dewletê xwe bi mîz protesto kirin

Endamên FEMEN Serok dewletê xwe bi mîz protesto kirin

Pênc endamên rêxistina jinan ya bi navê FEMEN yê Ukraynayê, ji bo protestokirinê mîz kirin ser wêneyê serok dewletê Ukraynayê Viktor Yanukoviç.

Rêxistina bi çalakiyên balkêş navdar FEMEN, vê carê jî ji bo hevkariya welatiyên welatê xwe çalakiyek balkêş pêkanîn. Pênc endamên FEMEN li paytexta Fransayê, Parisê mîz kirine ser wêneyê serok dewletê xwe Viktor Yanukoviç.

Her 5 endaman li ser canê xwe nivîsin ”Yanukoviç here!” û li pêş avahiya sefareta Ukraynayê ya li Parîsê ev çalakî pêkanîn.

Endamên FEMEN ji bo piştgiriya welatiyên xwe ev çalakî pêkanîn ku bi sedhezaran Ukraynayî ji bo şermezarkirina biryara hikûmetê ya cudabûna ji Yekîtiya Awropayê daketibûn kolanan.