ENKS ê biryar da tevlî rêveberiya demî nebe

ENKS ê biryar da tevlî rêveberiya demî nebe

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) biryar da ku tevlî rêveberiya demî ya Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê PYDê de hatiye ragihandin, nebe.

li gor zanyariyên ku peymanêrê Rûdawê li Qamişlo dane, di civîna ENKSê de ku roja înê destpê kir û duh bi dawî hat, çend biryar hatin standin, yek ji wan girêdayî rêveberiya demî bû.

ENKSê di biryar xwe de got “rêveberiya demî li navçeyên kurdî pêwîstiyeke babetî ye, lê rêveberiya ku ji aliyê hinek pêkhateyên siyasî ve hatiye ragihandin berûvajî rêkeftina di navbera ENKSê û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê de ye”.

ENKSê herwiha tekez kir ku têkiliya wê bi rêveberiya demî re tune ye û got ku pêwsîte hemû partî û pêkhateyên ENKSê pêgirê vê biryarê bibin.

Rêveberiya demî di 12ê cotmehê de ji aliyê PYDê û 2 partiyên ENKSê (Partiya Çepa Demokrat û Partiya Çep a Kurd) digel çend partiyên din hat ragihandin.

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd Salih Gedo ji Rûdawê re ragihand ku heta niha patiya wan xwe ji rêveberiya demî venikşandiye û ew yek ji endamên rêveberiyê ne.

Gedo derbarê biryara ENKSê de ku xwestiye hemû endamên wê ji rêveberiya demî vekişin, got “Em pêgirê biryara ENKSê ne, lê heta ku serkirdatiya partiya me biryara vekişandine nede, em xwe venakişînin”.

Rudaw