ENKS tevlî opozîsyona Sûriyê bû

ENKS tevlî opozîsyona Sûriyê bû

Hevpeymaniya Niştimanî ya opozisyona Sûriyê, di civîna xwe ya Stenbolê de, tevlîbûna encumena niştimanî ya kurd li Sûriyê (ENKS) pesend kir.

Serokê Fraksyona Niştimanî, Elî Asî ragihand ku Desteya giştî ya Hevpeymaniyê, bi piraniya dengan, tevlîbûna Encûmena Kurdî pesend kir.

Asî diyar kir ku li gorî peyrewa navxwe ya Hevpeymaniyê, divê dengdan li ser 11 endamên kurd, yek bi yek bê kirin.

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd ji aliyê xwe ve, di heftiya borî de li ser rêkeftina tevlîbûna Hevpeymaniya Niştimanî erê kiribû.

Tê çaverêkirin ku dawiya vê mehê bi awayekî fermî herdu alî vê rêkeftinê îmze bikin û Encûmena Niştimanî ya Kurd bibe parek ji hevpeymaniya opozîsyona Sûriyê.