ENKS û EGRK projeya rêveberiya demkî îmza kirin

ENKS û EGRK projeya rêveberiya demkî îmza kirin

Li navenda Desteya Bilind a Kurd li bajarê Qamişloyê îro danê sibê bi amadebûna nûnerên herdu encûmenan (ENKS-EGRK), projeya rêveberiya hevbeş a demkî a demborî ya navçeyên Kurdî hate mor kirin.

Li gor nûçeyeke ajansa Hawarê di civîna herdu encûmenan de her yek ji encûmena Rojavayê Kurdistanê her yek li “Sînem Mihemed , Ebdulselam Ehmed, Hekem Xilo, Ebdulkerîm Omer, Asya Ebdula” û ji encûmena Niştimanî ya Kurdî her yek li “Feysel Yûsif, Mistefa Meşayêx, Fuad Elîko û Fuad Îbrahîm.” Amadebûn.

Hatiye ragihandin ku piştî 4 demjimêr ji gengeşeyê herdu encûmenan lihev kirin û li ser projeya rêveberiya demkî ya demborî a hevbeş bo navçeyên Kurdî îmza kirin û hin bendên projeyê zêdekirin û hin ji wan jî hemwar kirin û bendên li ser hatiye lihev kirin ev in:

1- Avakirina komîteyekê bo amadekirina reşnivîsa destura demkî piştî rêkeftina hemû pêkhateyan li ser heya 40 rojan.

2- Her aliyek hejmarek endam wek nûner pêşkêş desteya demkî dike (ku ji hemû pêkhateyên wê pêk were û ewê proseya hilbijartinê birêve bibe.

3- Desteya demkî wê rêveberiya demokratîk a demborî ya hevbeş ava bike, eve jî piştî amadekirina desturekî demkî bi awayekî rasterast.

4- Desteya demkî amadekariya danîna yasaya hilbijartinên demokratîk dike.

5- Rêveberiya demborî wek rêveberiyeke cî bi cî kare û berpirsyare li avakirina dazgehan bo hêsankirina karên xwe di hemû warên rêvebirina siyasî , aborî, civakî , çandî , ewlekarî û parastinê.

6- Hêzên ewlekarî û parastina peywira wan parastina ewlehî û seqamgîriya li navçeyên Kurdî ya hevbeşe û ew jî dazgeheke niştimanî û pabend dibe bi hemû yasa û peymanên navdewletî û berpirse li pêşiya rêveberiya demkî ya demborî.

7- Cîbicîkirina hilbijartinên demokratîk yên pak, ku ji çavdêrên navdewletî û herêmî û rêxistinên mafê mirov û civaka sivîl re vekirî be û eve jî piştî 6 mehan ji avakirina rêveberiya demkî ya veguhastî encam didin.

8- Encûmena giştî ya hilbijartî ya rêveberiya demkî a veguhastî , dibe desteya biryarderê bo hemû pêkhateyên li navçeyên Kurdî û hevbeş.

9- Encûmena giştî desturekê ku rêzê ji mafê mirov re digre amade dike ku li gor peyman û pîvanên navdewtî be.