ENKS û MGRK li ser pirsên darayî û leşkerî li hev nakin

ENKS û MGRK li ser pirsên darayî û leşkerî li hev nakin

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) eve çend rojin li Başûrê Kurdistanê civînan pêk tînin. Lê heta niha derbarê pirsên sereke yên wek avakirina hêzeke leşkerî ji bo Rojavayê Kurdistanê û parvekirina dahatên darayî li hev nekirine.

Li gor nûçeyekê Rudaw civînên her du encûmenan ku di bin çavdêriya Serokatiya Herêma Kurdistanê de li bajarê Hewlêrê têne lidarxistin û ji ENKSê 7 kes û ji MGRKê 6 kes tevlî  dibin.

Nûçe dibêje, îro serê sibehê, sekreterên partiyên ENKSê dê civîneke şêwirî bi hev re li dar dixin.Piştî civînê her du şandeyên ENKSê û MGRKê dê saet 11ê sibehê dîsa li hev bicivin û xalên cihê nakokiyê derbarê Desteya Bilind a Kurd (DBK) û rêveberiya demî de gotûbêj bikin.

Çavkaniyê aşkere kiriye ku derbarê kongreya Cenêv2 de, komîteyeke hevbeş ji bo hemahengî û şopandinê hatiye avakirin daku ji hemû rêxistinên ser bi her du aliyan ve û herwiha ji dostên gelê Kurd li derve bixwazin ku pirsa Kurd wek bendeke serbixwe li kongreyê bê behskirin.

Li gor heman çavkaniyê nakokiyên sereke di navbera her du encûmenan de li ser komîteyên darayî, leşkerî, ewlekarî yên DBKê û rêveberiya demî ne.

ENKSê dixwaze ku komîteyên darayî, leşkerî û ewlekariyê yên DBKê yanî jî rêveberiya demî bi hevbeşî ji aliyê her du encûmenan bêne birêvebirin.

Derbarê komîteya leşkerî de, ENKSê dixwaze ku hêzeke yekgirtî ya leşkerî li Rojavayê Kurdistanê bê avakirin, bi awayekî ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên girêdayî PYDê û pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ên li Başûrê Kurdistanê hatine perwerdekirin û herwiha hemû hêzên din ên leşekrî li Rojavayê Kurdistanê li xwe bigire û bi hev re navçeyên Kurdan biparêzin.

Lê belê PYDê naxwaze li derveyî YPGê ti hêzeke din li Rojavayê Kurdistanê hebe û gelek caran berpirsên wê tekez kirine ku ew ti hêzeke din ji bilî YPGê li Rojavayê Kurdistanê qebûl nakin û yê bixwaze dikare tevlî YPGê bibe.

Di pirsa ewlekariyê de jî ku niha ewlekariya Rojavayê Kurdistanê di destê asayişa PYDê de ye, ENKSê dibêje divê ew hêz girêdayî Desteya Bilind a Kurd be û bi biryara wê tevbigere û nabe bêy DBK karên xwe bike.

Lê di vê pirsê de jî, PYDê tekîd dike ku yê bixwaze di ewlekariyê de beşdar bibe, dikare tevlî asayişa wê bibe û nabe hêzeke din a ewlekariyê hebe.

Pirsa din a ku heta niha her du encûmenan li ser wê li hev nekiriye, pirsa darayî û dahatê deriyên sînorî yên Sêmalka, Til Koçer û herwiha bac û derîbeyên elektrîk, av, telefonan û bacên dinin ên ku niha di destê PYDê de ne û bi tena xwe wî dahatî parve dike.

Dahat jî sedema sereke ya girtina deriyê sînorî yê Sêmalka bû dema ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ber bazirganî û tîcaretê girt û nexwest ti tişt ji bilî alîkariyên mirovî ji Başûr derbasî Rojavayê Kurdistanê.

Berpirsên ENKSê dibêjin ku dema ew derî vekirî bû, PYDê 90% ji dahatê wê yê darayî ji xwe re dibir û li ser sazî û rêxistinên xwe yên wek YPGê, asayiş û şaredariyên xwe parve dikir.

Herwiha piştî ku hêzên rejîmê ji piraniya bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê vekişiyan, PYDê û hêzên wê dest danîn ser hemû dezgeh û saziyên dewletê û êdî ew pereyên av, elektrîk û telefonan ji xelkê distîne û herwiha gelek caran bacan li ser dikandar û xwiyên kargehan ferz dike.

Heta vê gavê nediyare dê PYDê razî bibe ENKSê di van her sê pirsên leşkerî, ewlekarî û darayî de bike hevparê xwe yan na.

Jêder Rudaw