Enqere: Ragihandina otonomiyê li Rojava nayê qebûl kirin

Enqere: Ragihandina otonomiyê li Rojava nayê qebûl kirin

Wezareta derve a Tirkiyê li hemberî rêkeftina herdu encûmenên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê a ji bo avakirina rêveberiyek demkî ne razîbûna xwe nîşan dan û ragihand ku ev yek wê tevlîheviyê bîne.

Piştî ku berya du rojan li bajarê Qamişlo herdu encûmen a (Niştimanî Kurd û Gel a Rojava) li ser projeya xwerêvebirina demî lihevkirin, hikûmeta Enqerê nerazîbûna xwe nîşan da û got: “Eger ev proje wek gava ewil a otonomoyêye nayê qebûl kirin.”

Rayadarên wezareta derve a Tirkiyê ji kanala CNN Turkê re axivîn û dan zanîn ku “Ev gavên weha di qonaxên guhastinê de ne di cihê xwe dene belku wê tevlîheviyê û neseqamgîriyê bi xwere bîne.”

Rayadarên wezareta derve a Tirkiyê diyar kirin ku lê eger heya ku parlemantoya Sûriyê tê avakirin tenê xebatên perwerdê û yên tendirustiyê û ji bo dabînkirina pêdiviyên rojane rêveberiyên demî bêne avakirin em vê yekê fêm dikin.

Li gor nûçeya rojnameya Miliyetê jî belavkiriye ku meha tebaxê nûnerên Kurdan a herdu meclîsan li Enqerê bûn û pirsa avakirina rêveberiyên demî ketibûn rojevê.

Rojname diyar dike ku hevserokê PYD Salih Muslim di hevdîtinên xwe ên li gel rayadarên Tirkiyê de behsa serxwebûnê an jî otonomiyê nekiribû.

Li ser pirsa ku PYD ji Enqerê xwestiye ku nûnertiyek xwe li Enqerê veke, berpirsên wezareta derve ya Tirkiyê da zanîn ku çi daxwaz weha nîne lê eger daxwaz bikin em dikarin biaxivin.

Jêder: Rojnameya Miliyet