ENSK: Kantonên PYD Rojava perçe dike

ENSK: Kantonên PYD Rojava perçe dike

Partiyên ser bi Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbarê avakirina kantonên Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek weşandin û tê de helwesta Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi tundî rexne kirin. ENKSê diyarkir ku avakirina kantonan ne rewa ye û û nûneratiya wan nake.

Partiyên ser bi ENKSê ku ji 12 partiyan pêk tên bi daxuyaniyekê gotin: “PYD bi avakirina kantonan xak û gelê Rojavayê Kurdistanê perçe dike û ev yek metirsiyeke stratejîke û mafê ti aliyekî siyasî nîne ku vê yekê ferz bike”.

ENKS di daxuyaniya xwe de diyar dike ku navê Kurdî li ser Kantonan û statûyaq rêveberiya xweseriya demokratîk nîne û îdîa dike ku tunekirina rola partiyên din yên Kurd dê rastê nerazîbûna kolanan bêt. Her weha vê helwestê jî weke piştguhkirina daxwazên neteweyî pênase dike. ENSK dibêje biryar û polîtîkayên PYD yekalîne bi vê awayî hemû rêkeftinên hevbeş yên di navbera ENKSê û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê, hatine jinavbirin.

Di berdewama daxwiyaniyê de hate gotin ku beriya çend rojan bi biryara kantona Cezîrê rêveberiya deriyê Sêmalka ji dest komîteyên hevbeş ên ENKS û EGRKê hatiye derxistin û ketiye bin destê kantonê.  ENKS di daxuyaniyê de dibêje divê Sêmalka li gor rêkeftinan ji aliyê komîteyên hevbeş yên ENKS û EGRKê ve were birêvebirin.