ENSK: Rêveberiya demkî pêwîstiyeke

ENSK: Rêveberiya demkî pêwîstiyeke

Sekretarîyeta giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûrî (ENKS) di beyannamekê de rexne li helwesta Itîlafa Niştimanî ya hêzên opozisyona Sûriyê girt ku bi lez li dijî rêveberiya demkî ya li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Encûmena Gel ve hatiye ragihandin girt û ew helwesta wan bi şovenî û ne heq binav kir.

Encûmena Niştimanî ya Kurd di beyannameya xwe de projeya rêveberiya denkî li navçeyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi pêwîstiyek zanî û diyar kir ku helwesta opozisyonê û bi taybet Itîlafa niştimanî bilez û ne di cî de binav kir.

ENKS aşkira dike ku rêveberiya demkî di van şert û mercên ku welat têde derbas dibe pêwîstiyek objektîfe bo tejîkirina valatiya îdarî bo kêmkirina êş û azarên welatiyan û bi yekrêziya helwest Kurdan û hevkariya pêkhateyên din ji Ereb û Suryan û Aşurî û yên dinê dibe.

Encûmena Niştimanî di beyannameya xwe daye zanîn ku nakokiyên ENKS bi EGRK re li ser mîkanîzmên avakirina rêveberiyê û awayê beşdarbûna civîna ragihandina encûmena giştî ya rêveberiyê û komîteyan ser bi wê ve buye û Encûmena Gel a Rojava bi bê gihîştina lihevkirinekê ew rêveberî ragihandiye.

Di dawiya beyannameya xwe Encûmena Niştimanî ya Kurdî ragihandiye ku li şûna Itîlafa Niştimanî ya opozisyonê xwe bi ruxandina rêjîmê û avakirina dewletek demokratîk û federal re mijûl bike zêdetir nakokiyan dirust dike.

Peyamner