Enternasyonalîstên Efendî - Siraç Oguz

Ҫend roj berê ez û hevalek ji Rojavayê Kurdistanê, me sohbet dikir. Mijara sohbeta me enternasyolnalîstîya Kurdên Bakûr bû. Hevalê min bîranînek apê xwe bi min ra parve kir, ku Apê wî di salên 1970yî da li Îsraîlê girtîbûye. Ji Kurdên Bakûr jî çend kes ji alî leşkerên Îsraîl va tên girtin û bi apê hevalê min ra di eynî girtîgehê da dimînin. Axaftinên ku di navbera wan û efserên îsral da derbas dibe, bi wî ra parve dikin. Dema ku tê berdan û vedigere rojava, ew jî wan bûyeran bi derdora xwe ra parve dike.
Wek tê zanîn, di destpêka salen 1970ê yî da gelek şoreşgerên ji welatên curbecur, diҫûn Filistînê. Bi filistînîyan ra li dijberî dewleta Îsraîl şer dikirin û jibo avakirina dewletek serbixwe piştgirîya filistînîyan dikirin.
Ji bo wê jî xwe wek şoreşgerên enternasyonalîst binav dikirin.
Wê demê, ji Tirkîyê jî kesên şoreşger diçûn Lubnanê û piştgirîya filistînîyan dikirin. Kesên ku ji Tirkîyê çûbûn, ji wan yê bi nav û deng jî Deniz Gezmiş û hevalên wî bûn.
Di nav şoreşgerên Tirk da, xortên esilkurd jî hebûne û li dijberî leşkerên Îsraîl şer kirine.
Dem tê ji wan hinek ji alîyê Artêşa Îsraîlê va êsîr tên girtin, ku di nav wan da Kurd jî hebûne.
Artêşa Îsraîlê, hemûyan ji bo dadgehkirinê binҫav dike û wan davêje girtîgehê.
Di dema lêpirsînê da, fermandarek Îsraîlê îfadeya wan digre. Fermandar dema li lîsta girtîya mêze dike, matmayî dimîne. Ji ber ku di lîstêda şoreşgerên Kurd jî hene.
Gazî efserekî xwe dike û dibêje, „Kurdan ji girtîyên din veqetînin û di cîhekî kom bikin“.
Dûra fermandar tere cem Kurdên şoreşger û ji wan ra dibêje; „hela tu limin û li halê van enternasyonalîst efendîyan mêze bike. Ez şoreşgerên ji welatên din fam dikin, lê we tu car fam nakim. We welatê xwe yê bindest hîştîye, hûn hatine şerê me dikin û dixazin ji bo Filîstînya dewletê ava bikin. Îja hûn ji me kêm bûn, enternasyonalîstên efendî!
Ji wê navlêkirina fermandar şûnda, ew kesên Kurd, di girtîgehêda wek „enternasyonalîstên efendî“ tên bi nav kirin.
Nobedar û girtîyên din hemû bi qilf û henek ji wan ra dibêjin „enternasyonalîstên efendî.“
Piştî demek şûnda, fermandar carek dîsa tê girtîgehê, girtîyên Kurd di odekê da kom dike û bi wan ra diaxife.
Dixwaze ji wan hînbibe ku ew ji bo ҫi hatine û lı dijî Îsraîlê şer dikin.
Gor bîranîna apê hevalê min, fermandar yekoyek ji wan dipirse, ew jî bersiva wî didin.
Fermandar; „hûn kîne û ji kîjan dewletî hatine?“
Kurd; „em Kurdin ji Kurdistanê hatine.“
Fermandar nexşeya dinyayê tîne ber wan û dibêje; „li ser vê nexşê dewletek bi navê Kurdistanê nehatîye nivîsandin û dewletek wusa jî tune ye.
Kurd; „belê tune, ji ber ku welatê me, bi destê ҫar dewletan va hatîyê dagirkirin.“
Fermandar; „ji ber kîjan dewletan welatê we hatîye dagirkirin?“
Kurd; „ji alîyê Tirkîye, Îran, Irak û Surîye va hatîye dagirkirin.“
Fermandar; „enternasyonalîst efendî, pekî hûn ҫima li dijî wan dewletên dagirker şer nakin û welatê xwe azad nakin. Hûn hatine ji bo avakirina dewleta Filistînê şerê me dikin. Herên li dijî wan dewletên dagirker şer bikin û Kurdistan’a xwe azad bikin. Tiştên hûn dikin exmeqîye û nekarê enternasyonalîstîyê ye. Hûn tenê karê hemaltîyê dikin û ji bo Filistînîyan tên kuştin.“
Dûra ji bo hemû girtîyên Kurd ferman dide û ji efserên xwe ra dibêje; „van enternasyonalîstên efendi bibin ser sînor û berdin. Êdî ku da terin, ew dizanin.“
Di ser ev bûyera di navbera Kurdên enternasyonalîst û fermandarê Îsral da derbas bûye, 40-50 sal derbasbûn. Kurdên şoereşger ji çepên Tirk qetîyan û li dijberî dewleta Tirk dest bi şerê çekdarîyê kirin. Di şer da bi sed hezaran keç û xortên Kurd hatin kuştin. Bi hezaran hatin girtin û sirgûnkirin.
Îro ew jî mîna „enternasyonalîstên efendi“ dest ji avakirina dewletek serbixwe berdane û bi navê aşîtî û biratîya gelan ji bo demokratîzekirina dewleta Kemalist dixebitin û ji çepên Tirk ra hemaltîyê dikin.
25.05.2020
Çavkanî/Navkurd